Li erdê ku serokê AKP’yî desteser kiriye avahiya qaçax li ber qedandinê ye 2020-09-12 10:27:12 AMED – Serokê Şaredariya Hênê yê AKP’yî Îbrahîm Lale eraziyê ne yê wî ye desteser kir û avahiyake qaçax çêkir. Tevî ku ev mijar li Meclîsa Şaredariya Rezanê ya AKP’yî bû rojev jî lê hat piştguhkirin.  Serokê Şaredariya Hênê yê AKP’yî Îbrahîm Lale li semta Batikentê ya Rezana Amedê li eraziyê 350 donim ku doz lê hatiye vekirin, desteser kir û avahiya qaçax çêkir. Xwediyên erazî Huseyîn Ûlûg û Mehmet Arcak û Ahmet Arcak serî li dadgehê dabûn û pêvajoya dozê ya li ser erazî didome. Wezareta Hazîne û Maliye û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn terefê dozê û xwestin erazî dewrî wan were kirin. Ew kesên doz vekirin mirin lê mîrateyên wê dozê domandin.    ERAZÎ NE YÊ WÎ NE LÊ DAHATA JÊ EW DIXWE   Doz gelek caran ji aliyê dadgeha temyîzê ve hat xerakirin, Serokê Şaredariya Hênê yê niha Îbrahîm Lale di sala 1978’an de li erazî çandiniyê kir. Lale pişt re vî eraziyî îcare da xelkê û salê 10 an jî 15 hezar TL jê wergirt.    Piştî ku Lale di Hilbijartina xwecihî ya di 31’ê Adara 219’an de bû serokşeradarê AKP’ê li nav vî eraziyî avahiyek qaçax çêkir.    AKP PROJEYÊ ERÊ KIR    Ev erazî di bin rayedariya Şaredariya Rezanê ya AKP’yî de ye. Her çiqas endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê yên HDP’yî li dijî vêavahiya qaçax karûbar dan destpêkirin jî lê ji ber ku 12 endamên Meclîsê yên HDP’yî ji wezîfeyê hatin girtin, tesîsa 2 sehayên bi xalî domandin. AKP’iyan li şûna avahiyê xera bike cezayê pere sepand.    MOHR HAT RAKIRIN    Di 2’yê çile de tesîs hat mohrkirin û di 4’ê sibatê de mohr hat rakirin û dîsa dest bi çêkirina tesîsê hat kirin. Her çiqas Şaredariya Rezanê di 6’ê sibatê de 153 hezar lîre cezayê pere li wan birî û biryara xerakirina tesîsê dan jî lê tevî 6 meh bi ser re derbas bûye tiştek nehatiye kirin û çêkirina wê didome.      HDP: MUDAXILE NEHAT KIRIN    Endamê Meclîsê yê HDP’yî Danyal Barçîn mijarê li Şaredariya Rezanê di 7’ê Îlonê de anî rojevê û ragihand ku pêwîste mudaxileyî vê tesîs ango avahiya qaçax were kirin lê heta niha tu mudaxile nehatiye kirin.    TEVÎ GOTINÊN BEYOGLÛ JÎ TESÎS LI BER QEDANDINÊ YE    Serokê Şaredariya Rezanê Huseyîn Beyoglû bersiva Danyal Barçîn da û îdia kiribû ku wan piştguh nekiriye ew naparêz in.    Tevî van gotinên Beygolû jî lê ew tesîs ango avahî li ber qedandinê ye û hatiye piştguhkirin.    Odeya Avahîsazan a Amedê di 7’ê îlonê de daxuyaniyek da û ragihand ku di serdema qeyûman de çêkirina avahiyên qaçax gelek zêde bûye.