HDK’ê bertek nîşanî girtinan da 2020-09-12 12:35:50 STENBOL – HDK’ê girtina Hevberdevkê xwe û endam û rêveberên ESP’ê şermezar kir û li dijî êrişên ser muxalefetê banga mezinkirina têkoşînê kir.    Desteya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî girtin Hevberdevkê xwe Sedat Şenoglû û endam û rêveberên ESP’ê ku duh hatin girtin bi daxuyaniyek nivîskî ku weşand bertek nîşan da û xwest ku demildest werin berdan. HDK’ê destnîşan kir ku îqtîdar dixwaze bi şahidên nepen û van operasyonan têkoşîna wan lawaz bike û rêxistinkirina civakî jî wek sûc bibîne. HDK’ê da zanîn ku beşdariya hevrêyên wan merasîma cenazeyên şoreşgeran wek sûc hatiye dîtin û li dijî van êrişan û operasyonan ji bilî yekbûnê tu çareya wan nîne û bang li hêzên şoreşge û demokrasiyê kir kul i dijî şer, zext û girtinan xwe bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin.