Hat xwestin cezayê Tîtîk a nexweş were taloqkirin 2020-09-12 12:36:52   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Tîkît û xwest cezayê wê were taloqkirin.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 314’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Tîkît a kîs di serê wê de heye. Çevîrmen da zanîn ku Pinar Tîkît di gulana 2017’an de sewqî Girtîgeha Jinan a Baybûrtê hatiye kirin.    REWŞA WÊ DI XETEREYÊ DE YE    Çevîrmen diyar kir ku bi qasî dirêjahiya 8 cm ûr di serê Tîkît de heye û tevî ku jiyana wê di xetereyê de ye jî nayê emeliyatkirin. Çevîrmen got emeliyata wê divê ji neçarî were kirin. Çevîrmen anî ziman ku ji bo Tîtîk li cem xwişka xwe li heman cihî bimîne xwestiye biçe wê hepsê lê daxwaza wê nehatiye qebûlkirin û ji bo wê cihek paqij lazim e û heke paqijî nebe jiyana wê di bin xetereyek mezin de ye. Çevîrmen da zanîn ku divê Tîtîk li derve were dermankirin û ji bo dermankirinê lazime cezayê wê were taloqkirin û were berdan.