Ji 2 kolberên derbasî Wanê bûn agahî nayê girtin 2020-09-12 13:28:47 WAN – Du kolberên bi navê Şehram û Cafer ên ji bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê derbasî Wanê bûn ji wan agahî nayê girtin.    Duh bi şev ji bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê 8 kolber berê xwe dan navçeya Ebexê ya Wanê. Kolber derbasî aliyê Wanê bûn. Hat zanîn ku agahî ji kolberên bi nanê Şehram û Cafer nayê girtin.    Me xwe gihand xizmên kolberan û diyar kirin ku Şehram û Cafer jî di nav de 8 kolber derbasî aliyê Wanê bûne û di vê kêliya derbasbûnê de eskerên tirk gule wan hatiye reşandin. Hat zanîn ku hespên kolberan hatiye qetilkirin û piştî Şehram û Cafer ji komê veqetiyane agah3i ji wan nayê wergirtin.    Xizmên kolberan gotin dibe ku Şehram û Cafer hatibin birîndarkirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.