Li gundê Girherrîn bûyer narawestin 2020-09-12 14:30:10 MÊRDÎN – Li gundê Girherrîn ê girêdayî navçeya Artûklû, hirs û berteka li dijî DEDAŞ’ê kêm nabe. Welatiyên daxuyanî dan û dest bi meşê kirin, rastî mudaxileya eskeran hatin.   Ekîbên DEDAŞ’ê berî 4 rojan çûn gundê Girherrîn ê girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê û xwestin jimêrkên elektrîkê yên malan bi dîrekên ceyranê ve bikin. Welatiyên gund bertek nîşanî vê yekê da bûn û dûre rageşî derketibû. Bûyerên berî 4 rojan li gund dest pê kirin, îro jî dewam kir. Welatiyên xwestin ekîbên DEDAŞ’ê ji gundê wan derkevin, bi êrîş û mudaxileya eskeran re rûbirû man. Eskeran, gaza îsotê, ava şid û guleyên plastîkê li gundiyan reşandin. Niştecihên gund li dijî mudaxileya eskeran îro agir pê xistin û barîkat ava kirin.    Li gund bûyer dewam dikin. Eskera jî li ser vê yekê ketin û derketin gund girtin. Destûr nayê dayîn ku gundî li gund derkebin. Gundiyan lastik şewitandin û gund dibin dumana reş de ma. Gelek nûnerên partiyên siyasî çûn cihê bûyer û hevdîtin bi welatiyan re kirin û daxwazên wan guhdar kirin. Welatiyên gund xwestin ku Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş bi xwe biçe gundê wan û guh bide pirsgirêkên wan.