Hewldana 78’an: Em sûcê şirîkiya bi darbekaran re red bikin 2020-09-12 14:36:54   ENQERE – Endamê Hewldana 78’an Feyzûllah Mizrak diyar kr ku divê hêzên demokratîk ên gel li derdora daxwazên aştî û demokrasiyê bibin yek û got: “Em sûcê şirîkiya bi darbekaran re red bikin.”    Hewldana 78’an bi wesîleya salvegera 40’emîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li avahiya Sendîkaya Karkerên Metalê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê di sala 40’emîn de didome” daliqandin. Endamên Hewldana 78’an û nûnerên partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.    Di civînê de wil Berdevkê Hewldanê Ramazan Gezgîn axivî û got: “Hişma 12’ê Îlonê bêyî ku tiştekî winda bike didome. Karê esasî dikeve ser milê me yê muxalîf. Em ê jî li dijî vê têbikoşin.”    ‘WERIN EM DARBEKARAN RED BIKIN’    Endamê Hewldanê Feyzûllah Mizrak daxuyanî da û anî ziman ku Tirkiye hesab ji darbeya 12’ê Îlonê nexweşstiye û got: “Rejîma yekperest a tirk li ser zemîna rejîma 12’ê Îlonê li pêş ketiye. Heta ku Tirkiye hesab bixweze em eşkere bikin ku çi bû û çi dibe. Meclîs hatiye betalkirin. Dewlet ji aliyê peyvek deng û olîgarşîk Erdogan ve tê birêvebirin. Li hundir û derve li dijî kurdan in. Bi polîtîkayên şer, dabeşkirin, qeyûm, bertîl û hîlebaziyê tê birêvebirin. Dixwazin HDP’ê derveyî siyasetê bihêlin. Mudaxileyî daxwaza aştî û demokrasiyê tê kirin. Divê hêzên demokratîk ên gel li derdora daxwazên aştî û demokrasiyê bibin yek. Em sûcê şirîkaya bi darbekaran re red bikin. Aramî û xweşî di aştiya civakî de ye.”    ‘BERXWEDAN JIYAN E’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî got: “Em wek gelên li ser vê axê dijîn em ê dijî darbeyan tekoşîna xwe bidomînin. Berxwedan jiyan e.”