Destûr nehat dayîn tace gula reş deynin ber Sefaretxaneya DYA’yê 2020-09-12 14:59:17   ENQERE – Endamên Federasyona 78’an a Şoreşger bi wesîleya salvegera darbeya 12’ê Îlonê xwestin tace gula reş deynin ber Sefaretxaneya Amerîka. Polîsan bi hêceta pandemiyê destûr neda tace gulê deynin wir.    Endamên Federasyona 78’an a Şoreşger bi wesîleya salvegera 40’emîn a darbeya 12’ê Îlonê xwestin li ber avahiya Sefaretxaneya Amerîka a li taxa Kavaklidereyê daxuyanî bidin çapemeniyê û tace gula reş deynin. Polîsan bi hêceta pandemiyê destûr nedan ku daxuyanî li ber avahiyê were dayîn û tace gula reş deynin. Rêveberên HDP’ê yên Enqereyê jî destek dan çalakiyê. Li ser tace gulê nivîsa “40 sal in darbeya 12’ê Îlonê didome” hatibû nivîsîn. Kom pişt re vegeriya ber Navenda Hunerên Hemdem û daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Federasyonê Huseyîn Esenturk aivî û got ew wek serdema 12’ê Îlonê îro jî bi qedexe û astengiyan re rûbirû dimînin.   ‘HESAB NEDAN Û ÇÛN’    Endamê Federasyonê Huseyîn Gokoglû da zanîn ku 40 sal bi ser hovîtiya 12’ê îlonê re derbas bûye û ew kujer û fermandar bêyî ku hesab bidin mirin û çûn. Gokoglû got darbeya 12’ê Îlonê bi îqtîdara AKP’ê didome û wê têkoşîna wan a li dijî darbekaran jî bidome.