Li Stenbol û Îzmîrê hat xwestin girtiyên nexweş werin berdan 2020-09-12 15:27:57   STENBOL / ÎZMÎR -  Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk û diyar kir ku Ozçelîk bi mirinê re rûbirû ye. Şaxa ÎHD'a Îzmîrê jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Taş.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, di çalakiya xwe ya Rûniştina F a heftiya 442’yemîn de, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê girtiye. Daxuyaniya komîsyonê ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser hesabê medya civakî hat lidarxistin.    'JI SEDÎ 71 ASTENGDARE’   Endamê komîsyonê Mehmet Acettîn daxuyanî da û têkildarî rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Ozçelîk ev agahî dan: “Kemal Ozçelîk 65 saliye. Berî 10 salan ji dilê xwe hatiye emeliyatkirin. Di vê emeliyatê de 3 demarên dilê wî hatine guhertin. Ligel vê yekê jî êş û jana dilê wî derbas ne bûye. Bi şev her tim ji ser hişê xwe diçe. Di heman demê de nexweşiyên şekir, tansiyon û gurçikê hene. Êdî Ozçelik bi gupal dikare rêve biçe. Ji sedî 71 rapora wî ya astengdariyê heye. Ligel gefa vîrûsa koronayê jî, di girtîgehê de tê hiştin. Ozçelik niha bi mirinê re rûbirû hatiye hiştin û her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Zêde nikare nefesê bide û bistîne.”   BIJÎŞK: 2 SAL EMRE WÎ MA YE   Acettîn, têkildarî jiyana Ozçelik jî ev hişyarî kir: “Ozçelik ji ber nexweşiyên xwe yên giran, dermanên pir giran vedixwe. Bijîşk jêre gotiye dibin van şert û mercan encex karibe 2 salên din bijî. Em carek din bang li rayedaran dikin. Kemal Ozçelîk serbest berdin. Jiyana wî di xeteriyê deye. Bila hîn zêde mirin çênebin. Girtiyên nexweş berdin.”   ÎZMÎR   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Taş li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Cemîle Karakaya daxuyanî da û destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan derketiye asta jor û her ku diçe zêde dibin. Karakaya da zanîn ku bi boneya vîrûsa koronayê girtiyan nabin nexweşxaneyan û her ku diçe rewşa tenduristiya wan xeteretir dibe. Karakaya bal kişand ser rewşa Ramazan Taş ê 25 salî ku 18 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire û got ew niha li Girtîgeha Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê tê ragirtin û gelek nexweşînên wî hene û divê were emeliyatkirin. Karakaya xwest ku bila girtî xwe bigihînin mafê tenduristiyê û divê girtiyê nexweş Ramazan Taş û girtiyên din werin berdan.