Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e 2020-09-13 09:04:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Sarya der barê peymana lihevkirina MSD û Partiya Vîna Gel a li Rusyayê re pêk hat de, nirxandin kir û got: "Hêzên navneteweyî êdî fêm kirin ku bêyî kurdan ev pirsgirêk nayê çareserkirin û îmzekirina vê peymanê tê wateya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye qebûlkirin."     Di 31’ê tebaxê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD)  û Partiya Vîna Gel  li paytexta Rûsyayê Moskovê civîneke çapemeniyê li dar xistin û muzakereya lihevkirinê îmze kirin. Piştî MSD`ê û Partiya Vîna Gel peymana lihevkirinê îmze kirin, bi Wezari Karê Derve ya Rûsyayê Seygey Lavrov re civiyan. Rojnameger Berîtan Sarya ku xebatên peymana lihevkirinê ji nêz ve dişopinê hevdîtina MSD’ê ya bi Partiya Vîna Gel  re  nirxand. Sarya, anî ziman ku ev yekem care ku li Sûriyeyê partiyek ereb peymaneke wiha îmze dike û got ku li gorî agahiyên wan bidest xistine, heyetek rûsî amadekariya çûyina Tirkiyeyê dike.    'DI WARÊ DÎPLOMASIYÊ DE EV NÎQAŞ GIRÎNG IN'   Sarya, hevdîtinên MSD'ê yên bi Rusyayê re nirxand û wiha axivî: "Hêzên  li herêmê  ku tu caran ser heman mesayê rûniştinin, li ser heman maseyê rûdinin. Hemû hêzên xwe yên dîplomasiyê bikar tînin. Di 31’ê tebaxê de, Meclîsa Sûriya Demokratîk (DSM) li Moskovayê bi Partiya Vîna Gel a Sûriyê re civiya û li wir peymana lihevkirinê îmze kir. Pişt re şandeyekê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi qasî saetekê hevdîtin pêk anî. Mijarên ku hatin bilêvkirin di raya giştî de jî hatin nirxandin. Li herêmê li ser peymana lihevkirinê gelek nîqaş tên kirin û ev nîqaş berdewam dikin. Li gorî agahiyên ku me heya niha bi dest xistine, heyet piştî vê lihevkirin û hevdîtina bi Lavrov re jî, civînên cuda kirin e. Di heman demê de tê diyarkirin ku heyeta MSD bi heyeta bi serokatiya Lavrov û nûnerê taybetî yê Putîn re, di heman demê de di bin serokatiya cîgirê wezîrê karên derve Mihail Bogdanov de jî hevdîtinek pêk aniye. Tê diyarkirin ku ev heyete ji  saziyên leşkerî û hêzên ewlehiyê pêk tê. Dîsa tê gotin ku civîn bi Enstîtuya Rojhilata Navîn re li Moskoveyê li ser herêm, Sûriye û modela çareseriyê pêk hatiye. Dûre me agahî girt ku bi saziyên cuda yên hikûmetê re hevdîtin kirin e. Encamên van axaftinên li Moskovê hatin nîqaşkirin. Ev nîqaş jî di warê dîplomasiyê de pir girîngin."   LI DIJÎ HEZÊN RÊVEBERIYA XWESER PROPAGANDAYEK HEYE   Sarya, diyar kir ku li herêmê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk propagandayeke reş kirinê heye û wiha domand:  "Rêveberiya Şamê û hin derdor propogandaya ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk alîgirê  Amerîkayê ye, dikin. Bi van propagandeyan dixwazin Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê parçe bikin û pêkhateyek cuda bê avakirin. Lê berevajî vê yekê, ji dest pê ka şoreşa Rojava û heta niha ve dema ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 2014 de, hertim behsa yekbûyina axa Sûriyeyê, hewcedariya bi demokratîkbûna Sûriyeyê û jiyaneke demokratîk tê kirin. Amerika hêzek leşkerî ye. Di heman demê de MSD dikare bi hemî aliyan re li gorî berjewendiyên gelê xwe  bicive, bi hemû aliyan re diyalogê dane, peymanan îmze bike û îradeya wê xwedî derbikeve. Ji ber ku MSD naxwaze Sûriye perçe bibe û ji bo berjewendiyên gel tevdigere. Divê ev baş bê nirxandin."   'DIXWAZIN KU SÛRIYAYA NÛ DEMOKRATÎK BE'   Sarya, bal kişand ser naveroka peymanê û wiha rêz kir: "Xalek din jî ew e ku peymana muzakereya siyasî ya hat îmzekirin pir girîng e. Di peymanê de xala yekem di yekparebûna xaka Sûriyeyê û modela nû ya Sûriyeyê jî destnîşan dike. Dîsa behsa makeqanûnek demokratîk tê kirin û tê xwestin ku Sûriyeya nû demokratîk be. Xala duyemîn jî vîna gel esas digire. Xala  sêyemîn li ser kurdane  û behsa çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingehek destûrî ya demokratîk tê kirin. Ev girîng e. Di xala çaremîn de, tê gotin ku rêveberiya xweser li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê pêdivî ye û divê ew ji hemî ezmûnên erênî û neyînî sûd werbigire. Ev jî pir girîng û watedar e. Heya niha Rêveberiya Xweser tu hêzek qebûl nekiriye. Ji xwe ew bi tena serê xwe modela çareseriyê û modelek serkeftî ye. Ev xale  hemû bi rastî ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine destnîşankirin in. Ev bingeha siyaseta rêveberiya xwesere. Ev xale ji bo hemû gelan derbasdare. Di vê wateyê de, ev pêşnûme muzakereya siyasî  erênî ye. Îmzekirina  Partiya Vîna  Gel girîng e. Ji ber ku li Sûriyê yekem car, Partiyek Erebî ya nêzîkê rejîma BAAS bi şikandina neteweperweriya Ereb di nav xwe de peymanek wisa îmze kir. Ev jî pir girîng û  bi wateye."   'RÛSYA LI SÛRIYEYÊ AKTOREKE GIRÎNGE'   Sarya, bi bîr xist ku divê îmzekirina peymanê rast bênîqaşkirin û wiha bi lêv kir: "Karbidestên Rûsyayê diyar dikin ku mûzakereyên siyasî, hewledanên çareseriyê bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser encam nagirin. Di vê wateyê de, ev geşedanek erênî ye. Ji ber ku ev jî tê wateya pejirandina rêveberiya xweser. Ez dikarim bêjim ku ew di warê pejirandinê de jî gavek e. Rûsya li Sûriyeyê aktorek girîng e. Îran jî ji destpêkê ve bi hêzên dewleta Sûriyê re li qadê ye. Tevlîbûna hêzên Amerîkî û koalîsyonê ya li qadê di 2014’an de hat destpêkirin. Tirkiye ji xwe di  destpêkê de  dest bi dagirkirina Sûriyeyê kir. Dûre di 2016’an de, rasterast ket qadê.  Pişt re operasyonên dagirkirinê pêk anî. Di vê wateyê de, du aktorên herî girîng hene, yek Rûsyaye û yek jî ABD ye. Em dikarin têkiliya dîplomatîk a bi Rûsyayê re wekî  gaveke erênî bi nav bike."   'HERÊMÊN KU DESTÊ TIRKIYEYÊ DE ALOZIYEK HEYE'   Sarya, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de û wiha got: "Li Sûriyeyê herêmên ku Tirkiyê ketiyê tu aramî tune. Komkujiya gelan, qirkirina gelê kurd, talankirina milkên wan, paqijkirina etnîkî û guhertina demografî têne meşandin. Revandin û destavêtin hene. Ji ber vê yekê herkes dibîne ku  herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de aloziyên mezin hene."    'TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ Û LEŞKERÎ ZÊDE KIRIN'   Sarya, dest nîşan kir ku di pêşerojê de, dibe ku dorpêçkirina Îranê çêbibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê wateyê de, di hişê her kesê de pirs hene. Hem û îhtîmal tên nirxandin. Mînak, hevdîtinên ENKS  û PDK’ê  didome. Amerîka  pêşengiya vê dike.Di derbarê vê yekê de jî  serê gel de pirs hene. Di derbarê Rûsyayê de ev nîşanên pirsê jî hene. Gavên Rusya û ABD’ê paralel in? Gel dibêje Rusya û ABD her du hêzan tîne ku li vir dîsa li dijî Tirkiyeyê hêz bikar bînin? Pirsên wekî  vê hene. Hemû  derfet tên zanîn. Tê zanîn ku li vê herêmê xweparastin her gav e. Ji ber vê jî  vî alî de, tedbîrên ewlehiyê û tedbîrên leşkerî jî zêde dibin."   MA/ ZEYNEP DÛRGÛT