Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye 2020-09-13 08:45:57   WAN - Hat hînbûn ku kolberê bi navê Cafer ê ji Îranê derbasî gundê çiyayê yê Wanê bû û di encama gule baranê de bi giranî birîndar bû, di lênêrîna awarte de ye.    8 kolber du roj berê ji bajarê Makû yê Îranê derbasî gundekê girêdayî navçeya Ebex a Wanê bûn. Eskerên Tirk gule li kolberan barandin, kolberê bi navê Şehram jiyana xwe ji dest da û Cafer jî bi giranî birîndar bibû.    Hat hînbûn ku Cafer ê bi giranî birîndar bû, li Navenda Tipa Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Sedsalê ya Wanê dibin lênêrîna awarte de ye.    Derbarê tenduristiya Cafer de tu agahiyêk nayê dayîn û cenazeyê kolberê jiyana xwe ji dest da jî, li morga Tipa Edlî ya Wanê tê rawestandin.