Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e 2020-09-13 10:04:51 STENBOL - Li Libyayê ji bo şerê navxweyî bi dawî bibe li Fasê di navbera hêzên Hafter û Serrac de peyman hat îmzekirin. Lê tevî peymanê jî hêj nediyariyek heye. Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu, li ser rewşa Tirkiyeyê ya li Libyayê anî ziman ku li Tirkiyeyê valahiya otoriteyê heye û ji ber vê yekê ketiye Lîbyayê. Ozogurlu, ji bo komên çekdar ên paramîlîter ku Tirkiye ew ji Sûriye şandin Lîbyayê jî got: "Rewşa wan ne diyar e."   Li Libya demek dirêj şerê navxweyî heye. Gelek welatên cîhanê jî tev li vî şerê navxweyî bûne. Di 21'ê tebaxê de rêveberiya Trablus û Tobrukê agirbest îlan kiribû. Dixwazin vê agirbestê derbasî pêvajoya siyasî bikin. Di şertên agirbestê de bêçekkirina bajarên Sirte û Jufra jî heye. Li gorî peymanê xwestin hilberîna petrolê ya 7 mehin hatiye rawestandin ji nûve dest pê bike. Dîsa tê xwestin ku bi hilbijartina 2021'an ku tê plankirin re hêzên derve û hêzên bi pere yên paramîlîter derxin dervê welat.   Têkildarî mijarê Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu, li ser peyma di navbera hêzên Hafter û Sarrac ên li Liblayê de hat îmzekirin nirxandin kir. Ozugurlu, anî ziman ku hêzên Hafter û hêzên Sarrac li Fasê peyman îmze kirin, lê nediyariya aqûbeta hêzên paramîlîter Tirkiye ji Sûriye şandine Libyayê nediyar e." Çend roj berê welatêy Yekîtiya Ereb bang li Tirkiye kiribû ku bê şert û merc ji Libya, Suriye û Iraqê derkeve.    Ozugurlu, banga welatên ereb û rewşa Libyayayê nirxand û wiha got: "Peyman di navbera Hafter û Serrac de pêk nehatiye. Peyman di navbera hêzên ku ji derve tev li eniya şer bûne de pêk hatiye. Ji ber ku heta niha tu enî bi ser neketine ev peyman îmze kirine. Di Konferansa Berlînê de jî li ser çareseriyê hûr bûn. Di vê konferansê de hat xwestin ku hêzên cîhatkar û hêzên çekdar ên bi rêyên qaçax ketine Libyayê ji axê bên derxistin. Dîsa xwestin ku pêvajoya siyasî bê destpêkirin. Li gel van hemû niqaş û daxwqazan nediyariya hêzên çekdar ên paramîlîter didome."   ÇIMA OPERASYONA LI SIRTE RAWESTIYA   Ozogurlu, anî ziman ku Sarrac ku Tirkiye piştgirî didê yê, ji bo Sirte bi dest bixe, lê li aliyê din jî amadekariyên Hafter ên dijber temam bûne. Her kesî bi çavê teqez dinerî ku dê li wir şer dest pê bike. lê wisa nebû. Ji ber ku li wir rewşek cuda heye. Li Sirte petrol heye. Eger Sirtê ji hêza Hafter bê stendin, vê carê nayê hesabê welatên ku piştgiriyê didin Hafter. Ji ber ku welatên piştgiriyê didin Hafter nayê hesabê wan naxwazin Sirtê ji destê Hefter derkeve. Li aliyê din Tirkiye jî piştgiriye dide heza Serrac û dixwaze Sirtê ji Hefter bistîne. Lê bi şiklekî peyman pêk hat."    LI FASÊ LI SER 3 XALAN LI HEV KIRIN   Ozogurlu, anî ziman ku li Fasê li ser 3 sernavan li hev kirin û wiha got: "Li gorî peymanê divê her du alî hev kontrol bikin. Divê her du di nava hevde erdnîgariyê li hev par ve bikin. Li ser xala Banka Navendî, Saziya Petrola Neteweyî û Hêzên Çekdarî li hev kirin. Di milê hêzên çekdarî de Libya du serî ye. Di nava van herdu aliyan de pirsgirêka erka eskerî heye. Dîsa xala din jî Rêxistina Petrola Neteweyî ye. Petrola ku li Libya tê derxistin li herêma hêza Hafter hilberîna wê tê kirin. Lê pereyê wê didin Banka Navendî ya Lîbyayê. Li aliyê din jî Banka Navendî di destê rêveberiya Serrac de ye. Ji ber vê yekê aliyê hêza Hafter hilberîna petrolê rawestandibû. Ji ber ku pereyê diçû ji Banka Navendî re wek hev nedihat parvekirin. Hafter dixwest pereyê petrolê li şûna bidin Banka Navendî bidin bankayek neteweyî. Dixwest ev pere bê zanîn û wek hev li her kesî bê parvekirin.    Dîsa xalek din a peymanê Banka Navendî bû. Li gorî peymanê xwest Banka Navendî û Saziya Petrola Neteweyî karibin hev kontrol bikin. Peymana li ser Banka Navendî wiha ye. Hem Hafter û hem jî Serrac pereyên ku biçin Banka Navendî divê karibin kontrol bikin. Eger Hafter bibîne Banka Navendî di pereyan de şaşiyek kiriye, dê hilberîna petrolê rawestîne. Lê li aliyê din jî Serrac ku banka di destê wî de ye, bibîne Hafter li hemberî wî şaşiyek kiriye, dê vê carê pereyan ji ser wan qut bike.    Ozugurlu, li ser parvekirina erdnîgariya Libya jî rawestiya û wiha axivî: "Her hêzekê herêmek axa Lîbya xistiye destê xwe. Eger li ser hêza çekdarî li hev kirinek pêk bê û karibin hev kontrol bikin û karibin diyalogê pêş bixin, wê demê her alî divê aliyê xwe kontrol bike. Lê serê îhaleyê vekirî ye. Her demê dibe ku dîsa şer rû bide. Vîna herdu aliyan heye ku dawî li şer bînin. Lê hêzên navneteweyî bandorê li ser peymanê dikin. Wekî Turkiye li ser Lîbya bi bandor e. Ji bo berjewendiyên xwe hêzan bi rêve dibe. Em ê binerin ku dê hêzên navneteweyî û derve destûr bidin ku hêzên herêmê karibin bi vîna xwe ya azad tev bigerin û bliryarê bidin."    HÊZA PARAMÎLÎTERAN NE DIYAR E   Musa Ozogurlu, anî ziman ku rewşa hêzên bi çek ên paramîlîter ên ku Tirkiye ji Sûriye şandine Libya ne diyar e û wiha got: "Li gorî peymanê divê hêzên bi çek û paramîlîter derxin dervê axa Libyayê. Lê Serrac heta ku xwe tam di ewlehiyê de nebîne naxwaze hêzên paramiliter derve dervê welat. Eger  Serrac bi rastî jî xwe di ewlehiyê de bibîne, dê bi gelek welatên ku Tirkiye li hemberî wan e re peymanê çêke. Ger ku welatên din jî rast nêzîk bibin dê hêzên bi çek û paramîlîter derxin derve. Di encamê de divê hikûmeta Serrac vê yekê pêk bîne. Eger Sarrac bi Meclîsa Nûnertiyê re pirsgirêkê derxe û li gel Meclîsa Nûnertiyê ya Hafterê tev bigere dê ji bo Serrac talûkeyek mezin be."     TIRKIYE JI VALAHIYA OTORÎTEYÊ SÛD GIRT Û ESKER ŞANDIN   Pere û mastrafên hêzên paramiliter ên Tirkiyeyê ji aliyê Katar û hikûmeta Serrac ve tê dayîn. Di milê aborî de tu zerara Tirkiyeyê çênabe. Dijberî vê yekê Tirkiye qezenc dike. Yek ji sedema ku hêza Hafter petrol rawestand jî ev bû.  Em dibînin ku peymanên navnerteweyî êdî nakevin meriyetê. Dema ewil Tirkiyeyê esker şand Libyayê ewil bala kesî nekişand. Ji ber ku konjonktura navneteweyî ya niha destûr neda vê yekê. Niha li Tirkiye valahiya otoriteyê heye. Hêzên kurevî yên din bi derdekî din ketine. Rewşa wan a hêzên eskerî yên Tirkiye bişopînin tune ye. Tirkiye ji vê valahiyê sûd girt û seker şandin Lîbyayê."    Ozgurlu, bal kişand ser civîna ku Wezîrên Karên Derve yên Welatên Ereb û wiha got: "Wezîrên Derve yên Welatên Ereb xwestin Tirkiye hêza xwe ji Libya, Irak û Suriye vekişîne. Bang li Tirktiye kir ku hêza xwe ya nava axa wan vekişîne. Yekîtiyên Ereb di mijara Filistinê de heta niha qet nebûne yek. Di mijara Tirkiyeyê de jî qet nebûne yek. Eger welatên Ereb di mijara Lîbyayê de li dijî Tirkiye bibin yek dê karibin bandorê li ser Tirktiyeyê bikin."    MA / İdris Sayılğan