Mele dest dirêjî zarokekê kir 2020-09-13 14:19:58   WAN – Li navçeya Westanê meleyê bi navê T.B. dest dirêjî zarokeke 9 salî kir û hat girtin.     Li taxa Aladuz a navçeya Westanê ya Wanê, meleyê bi navê T.B. ku 6 sal in li taxê meletiyê dike, dest dirêjî zarokeke 9 salî kir û hat girtin.  Li gorî agahiyên hatin wergirtin, destdirêjî di 21’ê tîrmehê de pêk hatiye û bi vegotina zarokê ya ji xizmên xwe re derketiye holê. Piştre giliya mele hat kirin û ji aliyê Dadgeha Silhê ya Westanê ve hat girtin û ew şandin girtîgehê.