Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin 2020-09-14 12:40:36   AMED - Li bendêye ku Dadgeha Îdarî ya Amedê, biryara xwe ya di doza li dijî qeyûm tayînkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat vekirin de di rojên pêş de aşker bike. Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku dozê dereng dixin.          Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê di 19'ê Tebaxa 2019'an de, ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, bi navbeynkariya parêzerên xwe di Cotmaha 2019'an de li Dadgeha Îdarê doz vekiribû. Danişîna doza betalkirina rêvebirina qeyûm û biryara tayînkirina qeyûm îro li 1'emîn Dadgeha Îdarê ya  Amedê hat dîtin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, parlamenterên HDP'Ê Remziye Tosûn, Gulîstan Kiliç Koçyigît, Dersim Dag, Semra Guzel, rêveberên partiyê û parêzeran doz şopandin.    BIRYAR WÊ PIŞTRE BÊ DAYÎN   Hat diyar kirin ku 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê, wê biryara xwe ya derbarê dozê de da di rojên pêş de, bi awayekê nivîskî ji parêzerên Mizrakli re rabigihîne.   Beriya rûniştina dozê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, daxuyanî da û got: “Di vê pêvajoyê de ya ku salek ji ser wê derbas bû, em fêm dikin ku wê heta demekê biryarê nedin. Ji ber ku derdê wan ne îradeya gelê Amedê ye. Derdê wan desteserkirina îradeya gelê Amedê ye û dixwazin rejîma qeyûm a bêheq û bêhiqûq bidomînin.”   Gunay, da zanîn ku îro hemû dinya dizane ku qeyyûm tê çi wateyê û wiha bilêv kir: "Qeyûm tê wateya bertîl, nelirêtî, talan, hejariyê. Me li cem qeyyûmê Amedê ev tişt dît. Me serşokên ku ji xwe re çêkiribûn dît. Em kirinên qeyyûmên li Wan û Mêrdînê jî dizanin. Teqez divê qeyûm werin vekişandin û şaredarî teslîmî îradeya gel were kirin. Li vê derê talan û desteserkirin heye, dek û dolab heye, nelirêtî heye. Em vî tiştî qebûl nakin. Divê hevşaredarên me werin berdan û vegerin ser karê xwe.”   Gunay di dawiya daxuyaniyê de got ku “Em hêvîdar in, wê saziya darizandinê nebe amûra mafê hilbijartinê. Divê saziya darizandinê biryareke bêalî bide û diyar bike ku divê biryara qeyyûm were betalkirin.”