130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne 2020-09-14 13:44:13   STENBOL – 130 rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û welatiyên ku ji Behra Reş in li dijî êrişên nijadperest derketin û diyar kirin ku sedema van êrişên nijadperest ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd ku bi salane nayê çareserkirin derdikeve holê.    Rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û gelek welatiyên ji derdorên cuda yên 130 kesî pêk tên û ji hemwelatiyên ji Derya Reş in li dijî êrişên nijadperest ên li ser karkerên kurd daxuyaniyek belav kir û êrişan şermezar kirin.    Daxuyaniya bi sernavê “Em li dijî reşkirina Derya Reş in” hat belavkirin wiha hat gotin: “Tiştên kul i Sakaryayê diqewimin ne tiştek hêsan û ji rêzê ye. Êrişên li dijî karkerên kurd ji gelek aliyan ve metirsiyan derdixe holê û kûr dike. Ji ber newekheviya aborî û bêedaletiya li welatê me her sal karkerên kurd ji bo berhevkirina çay û findiqan tên Derya Reş û pir eşkereye ku ev êrişên tundiyê ne ji rêzê ne.    EM Ê RÊ NEDIN NIJADPERESTIYÊ   Ew di nava şertên giran de dixebitin. Li dijî karkeran tundiya cudakariyê, psîkolojîk û tê kirin. Ev yek jî bi neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi salane didome re girêdayî ye. Ew êrişêkarên herî dawî li Sakaryayê kulmê diavêje karkera kurd a jin wêrekiyê ji îqtîdara ku zilaman diparêze digire. Bêhiqûqiya ku diqewime ne bes e berdan û necezakirina êrişkaran hin bêtir bandorek neyînî li ser civakê dike.  Em carek din li vir eşkere dikin, em li dijî reşkirina Derya Reş derdikevin. Em ê nehêlin ku herêma bikin herêmek nijadperest. Em ji bo aştî, edalet, wekhevî û demokrasiyê têkoşîna xwe didomînin. Me baweriya xwe ya ji bo aştî û wekheviya gelan, winda nekiriye. Em li cem karker û kedkarên kurd in. Çimkî wê van hewldan me derxin ronahiyê. Em ê nebin alîgirên îqtîdarê.”