Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin 2020-09-14 13:59:40   DERSÎM - Derbarê parêzerê malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ya 255 rojin windaye Alî Çîmen de, bi îdîaya “veşartîbûna lêpirsînê binpê kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Dersimê, derbarê parêzerê malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ya 255 rojin windaye Alî Çîmen de, bi îdîaya “veşartîbûna lêpirsînê binpê kiriye” dest bi lêpirsînê kir.    Parêzer Çîmen, ji ber peyva “tu cismek ne ketiya avê” ya di beşa duyemîn a rapora têkildarî Doku hat amadekirin cih digire ya di meha Tebaxê de bi raya giştî re parvekir tê sûcdarkirin.     Parêzer Çîmen, diyar kir ku li şûna dozger enerjî û demê xwe ji bo ronîkirina aqûbeta Gulîstan Dokû xerc bike, bi wan re mijûl dibe û got: “Ev lêpirsîna hatî destpêkirin, li dijî hiqûqê ye. Jineke ciwan a 21 salî windaye. Bi tu awayî agahî jê nayê girtin û em dixwazin aqûbeta wê bê diyar kriin. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Lê tên derbarê me de dest bi lêpirsînê dikin. Weke tê zanîn berê jî biryara binçavkirinê derbarê malbatê de hebû. Bi rastî jî ev trajediyek mezine. Lê bila bê zanîn ev nêzîkatiyên wiha biryardariya mezintir dike. Em ê şopdarê dozê bin. Emê dest ji vê şopdariya xwe bernedin.”