Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin 2020-09-14 15:51:30 WAN – Karkerê kurd Ozkan Tokay ê li Afyonê di encama êrişek çekdarî de hat kuştin li navçeya Erdîşa Wanê bi destûrdayîna xizmên wî hat veşartin. Destûra HDP’yan û rojnamevan nehat dayîn beşdarî merasîmê bibin.    Karkerê kurd Ozkan Tokay ê li navçeya Dînar a Afyonê di êrişa çekdarî de hat kuştin li navçeya Erdîşê ya Wanê hat veşartin. Malbatê cenaze ji Afyonê wergirt û bi rêya balafirê serê sibehê anîn Wanê û ji wir jî birin Goristana Taxa Eganîsa Erdîşê. Gelek welatî û parlamenter û rêveberên HDP’ê xwestin beşdarî merasîma cenaze bibe. Polîs û leşker beşdarya welatiyan û HDP’iyan asteng kir û tenê destûra xizmên Tokay dan ku beşdarî merasîmê bibin. Balkêş bû ku Walî û Qeyûmê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî beşdarî merasîma cenaze bû.    HDP’YÎ Û ROJNAMEVAN HATIN ASTENGKIRIN    Leşkeran beşdariya Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç û rêveberên HDP’ê asteng kir û di navbera wan de rageşî qewimî. Her wiha nûçegihanên ajansa me Mezopotamya û nûçegihên JINNEWS’ê yên xwestin merasîmê bişopînin jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Balkêş bû ku vîrûsa koronayê kirin hêceta astengiya HDP’iyan û rojnamevanan.    Piştî wecîbeyên olî anîn cih cenaze hat veşartin.    ‘EM HEMÛ BERPIRSIYAR IN’    Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç ê ku beşdariya wan merasîmê hat astengkirin li ber goristanê daxuyanî da û diyar kir ku Ozkan Tokay ji ber kurd bû hatiye kuştin. Sarisaç anî ziman ku gunehê her kurdek ji ber nasname û zimanê xwe tên kuştin di stûyê AKP-MHP’ê û yên bêdeng dimînin de ye û got: “Ev guneh di stûyê me hemûyan de ye. Birayê me Ozkan şehîdê me hemûyan e. Divê her kes ji vê mirinê xwe beripirsiyar bigire. Bi taybetî heke kurd xwe ji xwe vê mirinê berpirsiyar nagirin, vê êşê wek êşa xwe nabînin, bila ew jî xwe bi darizînin. Ev rewş tenê bi Devlet Bahçelî û Suleyman Soylû nayê ravekirin. Belê îro Devlet Bahçelî, Erdogan û Suleyman Soylû mirina kurdan danîne pêşiya xwe û li ser kuştina kurdan plansaziyê kirine. Ji bo xwe li ser îqtîdarê bigirin vê yekê bi xelkê didin bawerkirin. Xwe bi polîtîkaya ‘çiqas em kurdan bikujin û dijminatiya wan bikin wê ewqas îqtîdara me saxlem bimîne’ birêve dibin.”   Sarisaç destnîşan kir ku pêwîste li dijî polîtîkayên kujer ên îqtîdarê yekîtiya neteweyî ya kurd pêk were û got: “Yekîtiya neteweyî ya kurdan wê 4 parçeyan rigar bike. Wê çaxê wê însan ji ber kurdî diaxivin û kurdbûna xwe neyên kuştin.”