‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’ 2020-09-15 09:06:10   AMED - Rêvereberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner derbarê daxistina tabeleyên kurdî yên li navçeya Ebexa Wanê de, diyar kir ku ne tabela, zimanê kurdî hatiye daxistin û got: “Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li ser çiya, rê û taxên Kurdistanê tevan deynin.”   Li navçeya Ebexê ya Wanê, tabelayên bi kurdî-tirkî yên gelek gundan ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatin daxistin. Li şûna lewheyên bi kurdî-tirkî lewheyên tenê bi tirkî hatin çikandin. Li dijî daxistina tabelayên kurdî li ser medya civakî gelek bertek hatin nîşandan. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê derbarê daxistina tabelayan de hêj tu daxuyanî nedaye   Rêvereberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner derbarê daxistina tabeleyên kurdî yên li navçeya Ebexa Wanê de axivî. Soner, bibîrxist ku ji 1930’an heta 1990’an ve dewletê zimanê kurdî qedexe kiribû û wiha got: “Piştî ku di salên 90’î de têkoşîn xurt bû dewlet mecbûr ma ku paşve gavê biavêje. Qedexeya zimanê kurdî hinek sist bike. Lê dewletê tu caran di polîtîkayên xwe de qedexe ranekiriye. Ew tabelayên li Ebexe hatine daxistin ne tenê tabeleyeke. Wan zimanê gelê kurd daxistine. Hewceye em wisa lê binêrin. Ji bo xetereya li ser zimanê me rabe divê xebatên xwe yên ziman pêşve bibin. Bi xebatan xurtkirinê em dikarin encax bersiva wan bidin.”   ‘EM Ê LI SER ÇIYA, RÊ Û TAXÊN KURDISTANÊ TABELAYAN DEYNIN’   Soner, xwest ku di vê pêvajoyê de xetereya li ser ziman were şikandin û wiha axivî: “Komara Tirkiyeyê avabûye heta niha 3 ziman tune bûne. Kurdî jî di nav de 15 ziman li ber tunebûnê ve diçin. 39 ziman li Tirkiyê û Kurdistanê tên axaftin lê di xetereyê de ne. Zimanên herî zêde tên axaftin tirkîye pişt re kurdî ye. Zimanekî ku ji aliyê 25 milyon mirovan ve tê axaftin, hem tu maf nadinê hem jî ser de diçin. Nahêlin em jî xebata xwe bi rêvebibin. Sazî û dezgehên me digirin. Tabelayeke kurdî heye, çavên wan ji wê jî nabarin. Ji zimanê me ditirsin. Ji ber ku çand û zimanê kurdî xurt e. Em ê zimanê xwe pêş bixin. Ew tabelayên wan daxistine em ê li ser, çiya, rê û taxên Kurdistanê tevan deynin. Bila herkes vê baş zanî be.”   ‘EM DI MALA XWE DE JI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ DIAXIVIN?’   Soner, anî ziman ku bê zimanî bê welatî ye û wiha berdewam kir: “Heke ku zimanê me tune be wê demê welatê me jî tune ye. Ji bo ku zimanê me tune nebe her kurd ji xwe dipirse gelo? Em di mala xwe de ji zarokên xwe re bi kurdî diaxivin? Der û cîranên xwe re diaxivin? Di saziyan de em zorê dikin ku kurdî were axaftin? Ji ber wê heta xebata me nebe bersiva êrîş û qedexeyên li ser kurdî em nasekinin. Em wek platform li ser ziman disekinin dixwazin her sazî û dezgeh jî bi ziman re mijûl bibe. Herî zêde jî çapemenî. Em dixwazin li ser televîzyonên kurda, li kû derê weşanê dike bila bike. Li ser kurdî hefteyê carekî li ser ziman bernameyekê çêbikin. Ji bo ku em ziman di rojevê de bihêlin pêwîstî bi vê yekê dibînin.”   ‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN DIVÊ XEBATEKE HEVBEŞ WERE MEŞANDIN’   Soner, da zanîn ku kêmasiya herî mezin ewe ku zimanê xwe nakin rojev û wiha lê zêde kir: “Em zimanê xwe bikin rojeva xwe de wê demê kesên ku nizanin dê hîn bibin, dê were hezkirin. Tunebûna ziman jî dê ji holê rabe. Li ser zimanê kurdî tîpek, gotinek be jî ji holê rakin em ê li dijî wê bertekên xwe nîşan bidin û nîşan didin jî.”   Soner, dest nîşan kir ku li dijî êrîşên li ser kurdî divê sazî, dezgeh û partiyên siyasî xebateke hevbeş bimeşînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo pêşketina ziman kî karibe çi bike divê bike. Encax wiha ziman pêş bikeve. Ji ber wê yekê divê herkes tişta dikeve li ser milê wan pêk bîne.”