Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn 2020-09-15 09:23:31   ÊLIH - Rojnamevan Çagdaş Kaplan anî ziman ku fatûreya rageşiya di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de li penaberan tê birîn û got, penaber daxwaza parastineke navneteweyî dikin.    Tirkiye û Yûnanîstan hîn jî ji bo berjewendiyên xwe penaberan bi kar tînin. Rojnamevan Çagdaş Kaplan ku li Yûnanîstanê ye, pirsgirêkên penaberan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    Kaplan, anî ziman ku têkiliyên di navbera Yûnanîstan û Tirkiyeyê de ji ber rewşa Ege û Behra Spî dorfirehtir bûne û got, her du welat jî ji bo raya xwe ya giştî gotinên mêrxasiyî dikin. Kaplan, anî ziman ku çapemeniya her du welatan jî xwe li gor şer û pevçûnan bi cih dikin û got: "Eynî wekî çapemeniya berbelav a Tirkiyeyê, di çapemeniya Yûnanîstanê de jî em dîmenên keştiyên şer û balafirên şer temaşe dikin. Çapemneiya berbelav bûye berdevkê gotinên mêrxasiyî yên hikûmeta Yûnanîstanê."    'BAV Û LAWEKÎ NISÊBÎNÎ WINDA NE'    Kaplan, bilêv kir ku ji ber rewşa pevçûnî hîn jî mirov koç dikin. Kaplan, diyar kir ku hîn jî bi sedan mirov bi rêya behrê koç dikin û got: "Di vê pêvajoyê de gelek mirov di dema koçkirinê de winda bûn û jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di dawiya meha Tîrmehê de botek ku penaberan vediguhast li nêzî Girava Herkeyê noq bû. Piraniya penaberên tê de bûn kurd bûn. Di vê botê de 92 kes hatin xelaskirin. Lê belê bav û kurê wî yê 4 salî hîn jî winda ne. Ji Nisêbînê bûn. Berîvan Cansûn ji bo kurê wê û hevjînê wê bên dîtin bi rojane bang li hikûmeta Yûnanîstanê dike. Lê hîn jî tiştekî zelal tuneye. Ev bûyer di çapemeniyê de derketiye. Lê belê bi dehan bûyerên bi vî rengî qewimîne."    Kaplan, destnîşan kir ku fatûreya rageşiya navbera her du welatan li penaberan tê birîn û got, lê belê penaber tenê gava dimirin dibin rojev. Kaplan, anî ziman ku li Yûnanîstanê penaber di şert û mercine derî mirovahiyî de dijîn û got, hikûmeta tenê wekî "hejmaran" li penaberan mêze dikin.    Her wiha Kaplan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di dema pandemiyê de li ber deriyên sînoran çêbûn jî û got: "Binpêkirinên mafan ên di dema îqtidara Syriza pêk hatin, bi îqtidara Neo Demokrasiyê zêdetir bûn. Di du salên dawî de bi sedan mirov bi zorê şandin Tirkiyeyê. Bi ser de ew îşkence kirine û dest danîn ser amûrên wan. Hefteya borî polîsên Yûnanîstanê li 6 penaberên kurd xistin û ew şandin Tirkiyeyê û hatin girtin."    HER ROJ ZÊDE DIBIN'    Kaplan, anî ziman ku li Yûnanîstanê 120 hezar penaber hene û her diçe hejmara wan zêde dibe. Kaplan, bilêv kir ku li kampan zêdetirî kapasîteyê penaber hene û got: "Hikûmeta Yûnanîstanê ji roja ku pandemî dest pê kir, guh neda tenduristia penaberan. Îqtidara Neo Demokrasiyê cardin Wezareta Koçberan vekir û ev yek bû pêkhênerê van polîtîkayan. Wezîrê Koçberan Notîs Mîtarakîs, bi polîtîkayên xwe yên li dijî biyanî û penaberan tê naskirin. Hikûmetê di dema pandemiyê de ji bo welatiyên xwe bang dikir ku li malê bimînin, hay ji paqijiya xwe hebin û mesafeya fizîkî esas bigirin, lê belê li kampên penaberan ev tişt ji nedîtî ve hatin. Hema bibêje hikûmetê ji bo penaberan tu tevdîr negirtine. Ji bo paqijî û mesafeya fizîkî jî ji dêvla tevdîrgirtinê sînro danîn ber penaberan. Li kampan bi hezaran kes dimînin û ji meha Adarê ve ji bo têketin û derketina kampê hin sînor hatine danîn. Lê belê ji 1'ê Hezîranê ve her der ji bo turîzmê vekiriye. Ev pêkanîneke cihêkar e."    'PARASTINEKE NAVNETEWEYÎ'    Kaplan, anî ziman ku ligel ev qas tiştî dîsa jî rêxistinên civaka sivîl û muxalif piştevaniya penaberan dikin û ji bo daxwaza penaberan jî got: "Penaber, beriya her tiştî mafên xwe yên bi peymanên navneteweyî hatine mîsgoerkirin dixwazin. Naxwazin wekî girtiyan li kampan bên girtin."   Kaplan, diyar kir ku penaber mafên xwe yên insanî dixwazin û got, ji bo parastineke navneteweyî serlêdanê dikin û jiyaneke mirovane dixwazin û piraniya van mirovan mexdûrên şer in.    MA / Metîn Yoksû