Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin 2020-09-15 12:26:57   MÊRSÎN – Li Mêrsînê di serdegirtina malan de Serokê GÎŞ-Derê Abdulselam Kutlu û du kesên din hatin binçavkirin.    Li herêma Çûkûrovayê di navbera komeleyên karkeran û Yekîtiya Îxracatvanên Adenîzê (AKÎB) de hevdîtinên ji bo yewmiyan bi neyînî bi encam bûbû. Piştî vê geşdana neyîniyê komeleyên karkeran banga “naçim kar” kiribû. Serokê Komeleya Karkerên Bêewle (GÎŞ-DER) Abdulselam Kutlu ê duh banga çalakiyê li karkeran kiribû vê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Hat zanîn ku bi Kutlu re du kesên din jî hatine binçavkirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.