ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-16 09:00:49 * Jinên gundê Cifanê ku ji salên 90'î ve gundê wan di bin dorpêçê de ye, dan zanîn ku bi salane aramiya wan tuneye û ev tişt gotin: "Ligel hemû zehmetî û pêkûtiyan jî em ê dev ji xaka xwe bernedin."   * Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev, derbarê daxistina tabeleyên kurdî yên li navçeya Ebexê ya Wanê de diyar kir ku hikumet bi riya qeyuman dixwaze hesasiyeta kurdî ya di dilê gel de têk bibe û ev titş got: “Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin.”   * Toza ku ji qada şikandin û bêjingkirina komirê ya li gundê Avgamasya hatiye avakirin dertê, bi ser mal û erdên çandiniyê de dibare. Jinên gund nêrazîbûn nîşanî rewşê dan û destnîşan kirin ku heke bi koronayê nemirin dê bi toza komirê bimirin.    * Dayika Pakîze Oztaş ku li navçeya Tûtaxê piştî nîqaşa ku bi hevjînê xwe re kiribû, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû Jiyan Başboga, diyar kir ku hevjînê wê ji mirina keça wê berpirsyar e  û ji bo ku dev ji giliya xwe berdin pêşniyara pere li wan hatiye kirin.    * Endamên MATÛHAY-DER’ê diyar kirin ku desthilatê şewba koronayê li girtîgehan werguherandiye fersendê û ji ber vê yekê binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne û banga hestyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kirin.    *  Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, birincê ku cotkaran bi kedeke mezin çandibû, gihîşt û çinîna wî dest pê kir. Ji ber ku berê wî îsal baş e, cotkaran ji dayînê kêfxweş in.    * Li Deşta Pirsûsê, ji ber bilindbûna avên binî erdê, avdaniya ne birêkûpêk û kêmbûna derbasokên avê, gelek gund û erdên çandiniyê bi talûkeya ku di bin avê de bimînin re rûbirû ne.   * Fadîle Ustun ku 27 sal in li aqûbeta kurê xwe yê winda digire, bertek nîşanî bersiva Tirkiyeyê ya ji bo NY’yê ku gotibû, ‘Aqûbeta wî nayê zanîn’ da û got: “Kuştinê dizanin lê cihê avêtinê nizanin."   * Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû, diyar kir ku divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe yên rageşiyê yên siyaseta derveyî welat berde û bi polîtîkayên aştiyane, vegere ser maseya siyasî.    * Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn bertek nîşanî 11 herêmên Dersimê ku vediguherînin qadên madenê da û got: “Bi vê projeyê dixwazin xwezayê talan bikin û herêmê bêmirov bihêlin. Bila ji bo pêvajoya hiqûqî serî li baroyê bidin.”    * Şandeya KCD’ê wê îro biçe Sêrtê civîna gel li dar bixe û pişt re li serdana esnafan bike. (11.00-15.00)   * Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê têkildarî aborî û mafên xwebûnê dê li ber Miduriyeta Perwerdehiya Bajer daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)   * Platforma Şaxên KESK’ê ya Enqereyê dê têkildarî pêvajoya vîrûsa koronayê li avahiya Şaxa BES’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Şaxa OHD’ê ya Stenbolê dê rapora 3 mehan a binpêkirina mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê li avahiya xwe ya li Beyoglûyê eşkere bike. (13.00)