Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê 2020-09-16 09:08:06 ŞIRNEX -  Jinên gundê Cifanê ku ji salên 90'î ve gundê wan di bin dorpêçê de ye, dan zanîn ku bi salane aramiya wan tuneye û gotin: "Ligel hemû zehmetî û pêkûtiyan jî em ê dev ji xaka xwe bernedin."   Li herêma Botanê di salên 90’î de bi dehan gund ji hêla dewletê ve bi darê zorê hatin valakirin û pişt re jî hatin şewitandin. Bi valakirina gundan re gelek herêm bêmirov hatin hiştin û xwezaya herêmê bi texrîbateke mezin re rûbirû ma. Welatiyên ku wê demê ferzkirina cerdewaniyê û sîxûrtiyê qebûl nedikirin, ji xaka xwe hatin koçberkirin. Bi pêvajoya çareseriyê re ku di sala 2013’an de ji hêla Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, gelek ji van gundan ji nû ve hatin avakirin. Lê piştî bidawîbûna pêvajoyê, pêkanînên mîna salên 90’î li van gundan careke din dest pê kirin. Dîsa ev herêm weke herêma ewlehiyê hat îlankirin û bênavber operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Yek ji van gundên ku bi salane bi zilma dewletê re rûbirû ye û derdora wî bi qereqolan hatiye dorpêçkirin, gundê Cifanê yê girêdayî navenda Şirnexê ye.    GUND DI BIN DORPEÇÊ DE YE   Mîna salên 90'î ketin û derketin gundê Cifanê di bin kontrola qereqolê de ye. Heya ku qereqol neyê agahdarkirin, kes nikare bikeve gund û jê derkeve.  Di noqteya lêgerînê de wesayitên welatiyan bi seatan tên rawestandin û kontrola nasnameyan tê kirin. Leşkerên ku kontrola nasnameyan dikin, ji welatiyên dixwazin bikevin gund de hişyariya "Herî dereng divê hûn di saet 5’an de hûn ji gund derkevin" dikin. Di têketina gund de, li ser her girekê gund qereqol hatine rêzkirin. Welatiyên gund êdî ji vê yekê bêzar bûne û bi bertek in. Li gorî gundiyan ev bergiryên hatine girtin, ji rewşeke asayî pir dûr e. Gundiyên ku ji vê rewşê acizin, ji ber ewlehiya xwe ditirsin ku derbarê dorpêça gundê xwe de agahî bidin. Gundiyên ku nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku gelek tişt hene ku bibêjin, lê ji ber zext û pêkûtiyên leşkeran nikarin biaxivin. Ev gotinên gundiyan careke din polîtîkayên dewletê yên li herêmê radixin ber çavan.    LEŞKER BI ÇIRAXÊ WAN TACÎZ DIKIN   Gundiyan, da zanîn ku gundê wan ji 30 malan pêk tê û derbarê jiyana li gund de av agahî parvekirin: "Di demsala havînê de ev hejmar zêde dibe û zivistanan jî kêm dibe. Bi salane rêya gund nehatiye çêkirin û ceyrana me jî tuneye. Ji ber vê di demsala zivîstanê de em zehmetiyan dikişînin. Dema ku em diçin tiwaletê leşker bi çiraxên xwe me tacîz dikin."   Gundiya bi navê Medîne Bîrlîk, bal kişand ser tunebûna ceyranê, jiyana xwe li gund û wiha axivî: "Di salên 90’î de gundê me hat valakirin. Ev 10 sal in me gund ava kiriye. Gundê me gelek xweş e. Lê xweşiya berê nema ye. Em bi berhemên gund debara xwe dikin. Ji ber wê jî her havînê em tên gund û heta zivistanê li gund dimînin. Bi her awayî em gelek zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku ne ceyran û ne jî rêyên gund hatine çêkirin."    'GUNDÊN ME XWEŞE LÊ NAHÊLIN EM BI ARAMÎ BIJÎN'   Nişteciha gund Sabriye Sayar jî anî ziman ku bi zanebûn rêyên gundên wan nayên çêkirin û wiha got: "Ji roja ku gundê me hatiye avakirin heta roja îro me tu xweşî ji gundê xwe nedîtiye. Bêgûman jiyana gundan pir xweş e. Lê li bajarên kurdan ne wisa ye. Gundên me xweş in, lê nahêlin ku em bi aramî têde bijîn."    'KED DAYÎN ARAMIYÊ DIDE ME'    Ayşe Abay jî qala jiyana gund kir û ev tişt gotin: "Jiyana gundan ji jiyana bajaran xweştir e. Em ji axa xwe hez dikin. Li gund her kar li ser milê me jina ne. Em hem dayîk in, hem karker in û hem jî bêrîvan in. Em bi berbanga sibehê re radibin û heta êvarê dixebitîn. Hem gelek zehmet e û hem jî em ji vê yekê kêfxweş in. Ji ber ku em ked didin û ev jî aramiyê dide me. Ligel hemû zehmetî û pêkûtiyan jî em ê dev ji xak û gundê xwe bernedin."   MA / Zeynep Dûrgût