‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’ 2020-09-16 09:10:31 ŞIRNEX - Fadîle Ustun ku 27 sal in li aqûbeta kurê xwe yê winda digire, bertek nîşanî bersiva Tirkiyeyê ya ji bo NY’yê ku gotibû, ‘Aqûbeta wî nayê zanîn’ da û got: “Kuştinê dizanin lê cihê avêtinê nizanin."   Koma Xebatê ya Windakirinên bi Zorê û Derveyî Vîna Xwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di 21’ê tebaxê de bi nameyekê rewşa dawîn a ji bo serlêdanên ku ji bo kesên di salên 1990’î de hatibûn windakirin, ji malbatan re ragihand. Di nameyê de agahiyên ku Tirkiyeyê ji 30 kesan tenê derbarê 9 kesan de dabû jî cih girtibûn. Di bersiva ku Tirkiyeyê dabû de ji bo Fehmî Tosûn hatibû gotin ku “Reviyaye derveyî welat” û ji bo Abduselam Çelîk jî hatibû gotin ku “Di nifûsê de mirî xuya dike”   LÊPIRSÎN DIDOME    Yek ji kesên winda ku Tirkiye derbarê wî de agahî dabû Ahmet Ustun bû. Ustun, di 15’ê adara 1993’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ber çavê malbata xwe hatibû binçavkirin û careke din agahî ji nehatibû girtin. Tirkiyeyê, derbarê Ustun de qala pêvajoya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve ji bo Ustun hatibû destpêkirin kiribû û ragihandibû ku doz û lêpirsînên derbarê angaşta windakirinê de hê jî didomin.    ‘EM Ê GOTINÊN WÎ BIGIRIN BERDIN…’   Dayika Ustun Fatman Ustun, bersiva Tirkiyeyê ya ji bo NY’yê nirxand û bi van gotinan qala pêvajoya windakirina kurê xwe kir: “Şeva ku bi ser mala me de girtin li her derî geriyan û piştre kontrola nasnameyê kirin. Piştî kontrola nasnameyê kurê min binçavkirin. Me ji wan re got ku sucekî wî tuneye lê me guhdar nekirin. Ji me re gotin ku em ê gotinên wî bigirin û dê berdin. Em heta sibehê li bendê man lê bernedan. Piştre em li qereqolê geriyan û careke din me agahî jê negirt. Me hîn kir ku li emniyetê ye. Lê piştre gotin ji emniyetê birine. Ji wê rojê ve em lê digerin. Bavê wî jî berî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da.”   DIVÊ ZEXT BIDOMIN    Dayıka Ustun, bertek nîşanî bersiva Tirkiyeyê ya ji bo NY’yê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çawa nizanin ku li kur kuştine û li kur e? Derewan dikin. Kuştinê dizanin de  nizanin ku avêtine kur? Çi mafê wan hebû vê li me kirin? Sûcekî kurê min tunebû. Qenebe ji bo dîtina hestiyên kurê min zext li NY’yê bê kirin.”    MA / Mujdat Can