Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e 2020-09-16 11:03:40 WAN – Qeyûmê Şaredariya Wanê li ser nerazîbûna gelê kurd got “em tabelayê nû dikin” û tabeleyek tenê daliqand. Di tabelaya nû de şaşîtiyên nivîsa kurdî balê dikişîne ser xwe.    Li navçeya Ebexê ya Wanê tabelayên bi kurdî û tirkî yên navên gundan ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatibû rakirin. Tenê tabelaya bi navê tirkî daliqand. Li ser nerazîbûna gelê kurd, qeyûm neçar ma ku navên kurdî jî li ser tabelayan binivîsîne.    Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de îdia kiribû ku wan di bin navê “nûkirina tabelayan de tabelayan rakirine û ji bo navê kurdî jî têde cih bigire xebata wan didome. Rakirina navên kurdî ne mijara gotinê ye.”    NAVÊ KURDÎ NIVÎSANDIN LÊ EW JÎ ŞAŞ NIVÎSANDIN E   Piştî daxuyaniya qeyûm li navçeya Ebexê tabelayên navê kurdî yên bi dehan gund hatibûn rakirin û tenê navê tirkî hatibûn daliqandin. Piştî nerazîbûnan tenê li cihekî navê kurdî li ser tabelayê hatin bicihkirin, lê vê carê xeletiyên nivîsandina navên kurdî balê dikişîne ser xwe.    BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDΠ   Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gonul Uzunay bertek nîşanî daxuyaniya qeyûm da û got lêborîna wî ji kirinên wî mezintir e û di sala 2014’an de şaredariyên wan ên di bin rêveberiya DBP’ê de van tabelayên gundan bi kurdî û tirkî çêkirine. Uzunay destnîşan kir ku qeyûm tehamulî zimanê kurdî û hebûna kurdan nake û li ser vê yekê tabelayên kurdî rakiriye û kengê şaredariyê wan werin desteserkirin ewilî tabelayên kurdî dikin armanca xwe. Uzunay got heke ne ji bertekên civakê bûna wê tabelayên kurdî nehatine daliqandin û ew êdî bi niyeta qeyûman baş dizanin.    DIJMINATIYA LI SER ZIMANÊ KURDΠ   Uzunay diyar kir ku dijminatiya li ser zimanê kurdî carek din di rakirina tabelayan de xwe da nîşandan û ji ber van polîtîkayan divê gelê kurd hin bêtir xwedî li zimanê xwe derkeve, pê biaxive û fêrî zarokên xwe bike.    MA / Dîndar Karataş