Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin 2020-09-16 12:38:29   ENQERE – Pêşniyaznameya ku Parlamentera Feleknas Ûca ji bo birîna ava Hesekê bir rojeva Meclîsê bi hêceta “nêrîna takekes” muamele li serê nehat kirin.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca ya Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Karên Derve Berpirsiyar di 3’yê îlonê de têkildarî birîna ava bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve pêk tê pêşniyaznameyek da Meclîsa Tirkiyê. Ûca xwestibû ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pêşniyaznameyê bibersivîne. Serokatiya Meclîsê bi hêceta “nêrîna takekes” li ser pêşniyaznameyê muameleyek nekir û li Ûca vegerend.