Xwestin şertên xebatê werin başkirin 2020-09-16 14:11:47   EDENE – Platforma Şaxên KESK’ê ya Edeneyê xwest di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê de li saziyên cemaweriyê û saziyên din şertên kar û xebatê werin başkirin.    Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Edeneyê têkildarî pêvajoya vîrûsa koronayê li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Platformê Fatma Sariogûz Guney daxuyanî da û diyar kir ku her roja ku diçe girîngiya tevdîrên li dijî koronayê girîngtir dibe û xwest ku di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê de li saziyên cemaweriyê û saziyên din şertên kar û xebatê werin başkirin.