Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe 2020-09-16 14:26:44 ŞIRNEX- Şewata daristanê ya ku 2 rojin li  Çiyayê Gabarê didome her ku diçe bekav dibe.   Şewata ku 2 roj berê li Çiyayê Gabarê nêzî bajaroka Dergûlê ya Şirnexê bi daristanê ket, îro belavî çoltara gundên Zîvîngû, Memîra, Deriyê Gabar, Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka bû.   Şewata ku sedema derketina wê nehat zanîn her ku diçe bilav dibe. Ji bo vemirandina agir bi tu awayî  mudexele nayê kirin. Her wiha herêma ku şewat lê rû da  liv û tevgera hewayî heye.