Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan 2020-09-16 15:10:57 STENBOL – CÎSST derbarê binpêkirina mafan ên li 112 girtîgehên cuda de raporek eşkere kir û diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de kelûpelên paqijiyê nedane girtiyan û girtî bi pirsgirêkên paqijî û xwarinê û ragihandinê re rûbirû mane.   Komeleya Di Pergala Cezayê Înfazê ya Civaka Sîvîl De (CÎSST) rapora gilî û gazinên girtiyan ên di navbera 1-15’ê îlonê de ji girtîgehan hatine raporek amade kir û rapora ku têkildarî binpêkirina mafan ên 112 girtîgehên cuda ne eşkere kir. Rapor balê dikişîne ser pirsgirêk û binpêkirina mafan ên li girtîgehan. Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehan kapasîte tije ye, li qawîşên qerebalix nivîn nêz hev in û nahêlin girtî li qadên hevpar û xwaringehan werin cem hev.    Di raporê de hat gotin li gelek girtîgehan şertên paqijiyê tên piştguhkirin û li girtîgehan kêm dezenfekte tên kirin û dema girtî diçin hevdîtina telefonê maskeyan nadin wan û kelûpelên paqijiyê bêpere nayên dayîn. Di raporê de her wiha tê destnîşankirin ku bi awayekî têrkirî destûr nayê dayîn û ji ber şibakeyên qawîşan biçûkin û bêhna qawîşan nayê sitendin û li lavaboyan kelûpelên paqijiyê nînin û gelek caran av tê birîn.    PIRSGIRÊKA RAGIHANDINÊ   Di raporê de hat diyarkirin ku mafê agahî sitendinê yên girtiyan tên astengkirin û pêdiviyê hin girtiyên li girtîgehên cuda yên rojname, radyo, televîsyon û pirtûkan nayê temînkirin û radyoyên girtiyan ên heyî jî tên desteserkirin.    PIRSGIRÊKA XWARINÊ    Di raporê de kêşeyên têkildarî xwarinê jî wiha hatin rêzkirin: “Li hin girtîgehan xwarina bêqalîte û kêm didin girtiyan. Xwarin paqij nîne. Nanên biçûk didin girtiyan. Xwarin têra girtiyan nake. Ji ber xwarin kêm û nepaqij e girtî neçar dimînin ji kantînan pêdiviyên xwe temîn bikin. Tiştên ji kantînan dikirin jî biha ne û cureyên van tiştan hindik in. Xwarina diyetê nayê dayîn û dema xwarinê didin jî nexweşînên girtiyan tên piştguhkirin. Xwarina nepaqij, kêm jî dibe sedama nexweşînan.”    Di dawiya raporê de derbarê binpêkirina mafan û serlêdanan de gelek xal hatin rêzkirin.