OHD: Li girtîgehên Marmarayê tecrîd tê girankirin 2020-09-16 16:27:49 STENBOL - OHD’ê rapora 3 meha a têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê de amadek ir û diyar kir ku girtî tên tecrîdkirin û muameleya xerab li dijî girtiyan zêde bûye.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê derbarê binpêkirinên mafan ên di meha hezîran, tîrmeh û tebaxê de li girtîgehên Herêma Marmarayê qewimîne raporek amade kir û li avahiya Komeleyê ya li Beyoglûya Stenbolê bi raya giştî re parve kir. Hevberdevkên Komîsyonê Bariş Marhan û Destîna Yildiz rapora ji 22 rûpelan pêk dihat eşkerekirin.   ÊŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB    Di raporê de hat diyarkirin ku sepanên gihîştine asta êşkenceyê li girtîgehan hene û darbarê hin girtiyan de agahî hat dayîn. Di raporê de wiha gotin: “Girtiyên bi navê Mehmet Tahir Ozcan û Kasim Karataş di tîrmehê de ji Girtîeha Rihayê sirgûnî Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F  a Tekîrdagê haitne kirin û di dema sirgûnê de du rojan xwarin nedane wan û tenê şûşeyek av dane wan û di têketina girtîgehê di bi lêgerîna tazî û êşkenceyê re rûbirû mane. Her wiha 6 girtiyên din ku nû hatine girtin û birine Girtîgeha Tekîrdagê bi êşkenceyê û lêgerîna tazî re hevrû mane. Di pêvajoya pandemiyê de mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatine desteserkirin.”    TECRÎD Û HEVDÎTIN    Di raporê de hat destnîşankirin ku li girtîgehan şertên tecrîdê hatine girankirin û di sepana faliyetên hevpar de pirsgirêk diqewimin û di navbera gityan de têkilî tê birîn. Di raporê de hat gotin mafê girtiyan ên name şandin û wergirtin, hevdîtina telefonê û sûd girtina ji weşanan nagirin û her çiqas di hefteyê de du caran bi dema 10 deqîqeyan dem hatibe veqetandin jî lê bes ev maf gelek caran hatiye astengkirin.    Di raporê de hat diyarkirin ku di hevdîtinên parêzeran de kêşe derdikevin û ji ber odeyên hevdîtinê yên brandayan kêm in parêzer kêşeyan dikişînin.    GIRTIYÊN NEXWEŞ    Di raporê de hat xwestin pêwîste şertên qawîşên di karantînayê de werin başkirin, astengkirina mafê dermankirina girtiyan were rakirin û pêwîste girtiyên nexweş demildest werin berdan.    Di berdewamiya raporê de binpêkirina mafan ku girtî pê rûbirû mane hatin rêzkirin.