ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-17 09:00:04   * Perestgeha Rojê ya li navçeya Hezexê ku diyarî xwedayê rojê Şamaş hatiye kirin û raboriya wê heta beriya zayînê diçe, bi tunebûnê re rûbirû ye.   * Dayika Kubra Taşdemîr ku beriya 3 mehan li navçeya Avkevirê ya Agiriyê bi awayekî guman mirî hatibû dîtin Raziye Samanci, diyar kir ku sedemê mirina keça wê xesiya wê û xwest ku berpirsyarên mirina keça wê bên darizandin.    * Di doza JÎTEM’ê ya Qoserê ku bi angaşta tunebûna rêxistinê û demboriyê hate xistin de derket holê ku heqê parêzeriya cerdevanên bersûc Walîtiya Mêrdînê razandiye. Parêzer Erdal Kûzû, diyar kir ku bi vê derketiye holê ku dewlet li kesên ku van cînayetan kirine xwedî derketiye.    * Canan Dûrmaz ku ji bo malbata xwe ya ku 5 kesan pêk tê, bi 70 TL’yî derket danûstandinê, li gel ku berê bi ereboka bazarê derdiket danûstaninê îro ji bo hilgirtina tiştên ku dê bikire pêwîstî bi erebokê nedît. Ev jî nîşan dide ku tişt çi qas biha bûna û êdî mirov kêm tiştan dikirin.    * Li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê cotkar Mehmet Alî Erbaş ku çandiniya titûnê dike, diyar kir ku ji ber bihabûna xerckirinên çandiniyê nikarin li erdên xwe çandiniyê bikin.    * Li navçeya Dêrxas a Mûşê, zebêşên ku zîpikê li wan xist di nav erdan de dirizin. Cotkaran diyar kir ku xesara wan mezin e û ketine derdê xelaskirina mesrefa xwe.   * Serokê Odeya Bijîjkan a Mersînê Mehmet Antmen, diyar kir ku li bajar rojane hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê derketiye 400 kesî û wiha got: “Ji ber îhtîmala hatina Serokkomar, bi caran test tên kirin û ev jî xwe di daneyên tên aşkerakirin de dide der.”   Tirkiyeyê, derbarê Hîznî Bîlmen ku piştî  ji bo qereqolê hatiye vexwendin û careke din agahî jê nehatiye girtin de 6 bersivên cuda daye Neteweyên Yekbûyî. Malbata Bîlmen diyar kir ku ew kujeran nas dikin lê dewlet kujeran dernaxe holê û xwest ku Tirkiye ji  Neteweyên Yekbûyî re rastiyan vebêje.    * Endamê Komisyona Çandiniyê ya Meclisê yê HDP’ê Ridvan Tûran, diyar kir ku desthilata AKP’ê bi kevneşopiya dewletê ya înkar û pişaftinê ya ser kurdan didomîne û bi rêyên sûblîmînal telîmatên êrîşa ser kurdan dide girseyên sûtal ên ku bi bîrdoziyê hatine dorpêçkirin.    * Genel Îş bi boneya balê bikişîne ser êrişên nijadperest ên li dijî karkeran û cînayetên kar dê li Meydana Îskele ya Kadikoyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Karkerên BÎMEKS'ê yên li mafê xwe digerin wê li ber Zanîngeha Bogazîçîyê ji bo rojekê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (13.00)