Di doza JÎTEM’ê de heqê parêzeriya cerdevanan walîtiyê razand 2020-09-17 09:10:14   MÊRDÎN – Di doza JÎTEM’ê ya Qoserê ku bi angaşta tunebûna rêxistinê û demboriyê hate xistin de derket holê ku heqê parêzeriya cerdevanên bersûc Walîtiya Mêrdînê razandiye. Parêzer Erdal Kûzû, diyar kir ku bi vê derketiye holê ku dewlet li kesên ku van cînayetan kirine xwedî derketiye.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di navbera salên 1992 û 1996’an de 22 kesên di bin çavan de hatin kuştin, cenazeyê wan hatin windakirin û gund hatin valakirin. Ji ber van bûyeran Doza JÎTEM’ê hat vekirin û di 9’ê îlona 2019’an de bi biryareke hat dayîn doz hat girtin. 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê, bi angaşta “demboriyê” dozê xist û bi gotina “rêxistin tuneye” hebûna JÎTEM’ê red kir û derbarê 4 jê leşker 5 jê cerdevan 9 bersûcan de biryara beraetê da. Derket holê ku heqê parêzeriya cerdevanên bersûc ku di vê dozê de hatine darizandin ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hatiye razandin.       ‘DEWLET ÇALAKIYA BERSÛCAN GIRTIYE SER XWE’   Ji parêzerên dozê Erdal Kûzû, bi bîr xist ku di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de ji destpêkê heta dawiyê dewletê windakirin û kuştina 22 gundiyan negirtiye ser xwe û wiha got: “Ev bûyera pêk hatiye nîşan dide ku; dewlet çalakiya bersûcan girtiye ser xwe. Her çiqas dadgehê bi hinceta demboriyê dosyayê bi bêcezahiştinê encam kiribe jî bi vê bûyerê dewletê qebûl kiriye ku peywirdarên cemaweriyê cînayetê li gorî peywira xwe ya cemaweriyê pêk anîne. Heke di darizandinê de peywirdarên cemaweriyê ji ber peywira xwe ya cemaweriyê nehatibin darizandin çima heqê parêzeriyê wan ji hêla dewletê ve tê darizandin?”   ‘JI BO DEWLETA HIQÛQÊ SOSRET E’    Parêzer Kûzû, da zanîn ku ji destpêkê ve gotine ku heke dewlet li bersûcan xwedî dernekeve dê di dozê de ceza li bersûcan bê birîn û ev tiş anî ziman: “Di encamê de dosya bi bêcazhiştinê hat emcankirin. Bi vê re derketiye holê ku dewlet kesên van cînayetan kirine diparêze û li wan xwedî derketiye. Ev ji bo dewleteke hiqûqê sosret e. Ev doz dibe ku li eywanên dadgehan hatibe girtin lê faîlên wan di wijdanê gel de hatine cezakirin.”   NAVÊ QURBANIYÊN DOZÊ   Navê kesên ku hatibûn kuştin wiha: “Abdûlvehap Yîgît, Suleyman Unal, Mehmet Nûrî Yîgît, Tacettîn Yîgît, Zubeyîr Bîrlîk, Abdûlbakî Bîrlîk, Kemal Bîrlîk, Zekî Alabalik, Mendûh Demîr, Nûrettîn Yalçinkaya, Necat (Şemsettîn) Yalçinkaya, Mehmet Emîn Abak, Hidir Ozturk, Abdûlvahap Ateş, Mahmût Abak, Yûsûf Tûnç, Şeyhmûs Kaban, Îzzettîn Yîgît, Yûsûf Çakar, Abdûrrahman Ozturk, Mehmet Alî Yîgît û Abdûlbakî Yîgît.   MA / Ahmet Kanbal