Îpekyuz bersiva Bahçelî da: Dixwaze li welat aloziyê derxe 2020-09-17 13:48:46   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê û endamê Konseya Navendî ya TTB’ê yê berê Dr. Necet Îpekyuz bersiva Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî da û got: “Dixwazin aloziyê li welat çê bikin.”    Serokê Giştî yê Partiya Tevegera Nijdaperest (MHP) Devlet Bahçelî duh daxuyanî da û gotibû “Bila TTB were girtin.” Demildest li dijî gotina Bahçelî bijîşkan, TTB’ê û bi sed hezaran kes nerazîbûn nîşan da. Bertek li dijî Bahçelî didome. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê û Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ê berê Dr. Necdet Îpekyuz bersiva Bahçelî da û got: “Îqtîdar û şirîkê xwe her tiştî qedexe dikin û digirin. Bi vî awayî derdikevin rê. Tirkiye li pêş nakeve û azad nabe û wê ber bi xerabiyê ve biçe. Dixwazin aloziyê li welat çê bikin. Lê wê negihîjin mexseda xwe.”