11 meh ceza li Tuncel hat birîn 2020-09-17 14:37:07   AMED – Bi hêcata ku Hevserok DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel gotiye “Tayyîp Erdogan dijminê jinan e” 11 meh û 20 roj cezayê hepsê lê hat birîn.    Danişîna biryara dozê ya Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Amedê pêk hat. Gotina “Tayyîp Erdogan dijminê jinan e” ya Tuncel kirine hêceta dozê. Parêzerê Tuncel, Şivan Cemil Ozen di danişînê de amade bû. Şandeya dadgehê bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” 11 meh ûy 20 roj cezayê hepsê li Tuncel birî.