Partiyên siyasî piştgirî dan TTB’ê: Îqtîdar ji xwe re saziyên şeqşeqker dixwaze 2020-09-17 14:40:12 AMED – Hevserok û serokên partiyên siyasî yên HDP, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Sadetê bertek nîşanî gotinên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dan û gotin: “AKP dike ku MHP vê bangê bike. Hikumet ji xwe re şeqşeqker dixwaze. Divê her kes xwedî li TTB’ê derkeve.”   Bertekên li dijî Serokê Giştî yê Partiya Tevegera Nijdaperest (MHP) Devlet Bahçelî duh daxuyanî da û gotibû “Bila TTB were girtin” didomin. Hevserok û serokên rêxistinên Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Sadetê bertek nîşanî gotinên Bahçelî yên li dijî Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) dan.    HDP: EV BANGA QEDANDINA WAN E    Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku gotina di pêvajoya şewbê de “hûn nikarin birêve bibin” bi banga Bahçelî xwe şênber kir û got: “Heke Wezîrek rabe serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn tehdît bike, wê Bahçelî jî rabe û banga girtina TTB’ê bike. Bahçelî hêza xwe ji AKP’iyan digire. Dixwazin bi gefan birêve bibin. Ev bang qedandina AKP û MHP’ê nîşan dide. Bi zordestiyê dixwazin li ser pêya bimînin. Em li cem TTB’ê ne. Em wan destek dikin.”    PARTIYA PÊŞEROJÊ: AKP BI MHP’Ê DIDE GOTINÊ    Serokê Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Amedê Aydin Altaç jî da zanîn ku banga Bahçelî ne “daxwazek” li ber çavan were girtinê ye û got: “Dixwazin TTB’ê li ber çavê civakê reş bikin. Ev bang ji bin hişê AKP2ê derketiye. Bi piranî bangên wiha AKP bi MHP’ê dide kirin. Me vê di guhertina înfazê de jî dît. Ewilî Bahçelî dan axaftin û paşê wan xist meriyetê. Ev hewldan wê negihîjin tu encamê. Em li cem TTB’ê ne. Ev rêbaz nayê qebûlkirin.”    DEVA: DIVÊ EM MIL BIDIN MILÊ TTB’Ê    Serokê Rêxistina Partiya DEVA ya Amedê Cîhan Ulsen jî destnîşan kir ku TTB’ê di pêvajoya şewbê de wezîfeya xwe dîrokî pêk anî û hêj pêk tîne û got: “Banga Bahçelî nayê qebûlkirin. Divê xelk bertek nîşanî vê bangê bide. Heke ev welatê hiqûq û ewlehiyê be divê bertek were nîşandan. Em hemû li cem TTB’ê ne û mil didin milê wan. Lazime em li cem rêxistinên civakî yên sivîl cih bigirin û wêrekiyê bidin wan. Em dixwazin ku civak bi giştî bertekên xwe li dijî vê bangê bîne ziman.”    SAADET: JI XWE RE SAZIYÊN ŞEQŞEQKER DIXWAZIN    Serokê Rêxistina Partiya Saadetê Fesîh Bozan jî diyar kir ku ev banga Bahçelî ji ber daxuyaniya TTB’ê ya “hûn nikarin birêve bibin” hatiye kirin û wiha got: “Dixwazin civakê bêdeng bikin. AKP û MHP tekane zîhniyet dixwaze. Heke ji van aciz dibin bila ew bi xwe kesan tayînî saziyan bikin. Bila ew lê bidin û ew bileyizîn. Ev rêbaz dide nîşandan ku ketiye tengaviyê. Hikumet di polîtîkaya hundir û derve de, di polîtîkaya perwerdehiyê û tenduristiyê lawaz ma û bi ser neket. Hikumet saziyên ku ji wan re şeqşeqkeriyê bikin dixwaze. Divê her kes li cem TTB’ê cih bigire û xwedî lê derkeve.”