Parêzerên siyasetmedaran îdiaya lêdanê derewandin 2020-09-17 14:53:40   AMED – Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan û Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogûllari ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Tîpa F hatin kirin. Parêzeran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kirin û ragihandin ku kesî li miwekîlê wan nedaye.    Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê parlamenteriya wî hat betalkirin jî di nav de 34 grtî û hikumxwar ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Tîpa F hatin kirin. Hatibû îdiakirin ku di dema sewqê de gardiyan û leşkeran li girtiyan dane. Parêzerên siyasetmedaran Cemile Turhalli, Şivan Cemîl Ozen û Mehmet Oner bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran ragihand ku îdiayên lêdanê derewandin û gotin kesî li miwekîlên wan nedaye.    Endamên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û ragihandin dê raporek derbarê sewqkirina girtiyan de bi raya giştî re parve bikin.    Navên girtiyên hatine sewqkirin wiha ne: Ûgûr Boştaş, Emrah Durmaz, Kerim Avşar, Umît Ozkan, Haşim Kaya, Halîs Tekîn, Sadik Nakçî, Mehmet Acar, Azîz Tufan, Mustafa Argin, Ahmet Solmaz, Huseyîn Işik, Abdulhaluk Kaplan, Hêja Algan, Nîmetullah Cînkiliç, Serhat Karagoz, Musa Farisogûllari (Parlamenterê HDP’ê) Mehmet Demîr (hevşaredarê Êlihê), Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan, Haci Zeytûn, M. Şerîf Demîrtaş, Mazlûm Demîr, Sercan Gumuş, Engîn Akhan, M. Hanîfî Kanat, Bariş Sumubl, Ridvan Kaya, Hayatû Uzman, Burhan Taş, Şaban Çelîk, Îhsan Ûgûr, Kervan Beyhan, Halîl Guneş, Serhat Kuşlu.