Girtî ji bo şermezarkirina binpêkirinên mafan derneketin hevdîtinê 2020-09-17 16:06:33 ŞIRNEX- Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, ji bo ku binpêkirinên mafan şermezar bikin derneketin hevdîtinê.   Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, girtiyên siyasî bi armanca şermezarkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê derneketin hevdîtinê. Girtiyan xwestin bi vê çalakiya xwe binpêkirinên mafan, ne dayîna avê, dezenfektan û amûrên paqijiyê, şermezar bikin. Hat diyar kirin ku girtî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe dixwazin hevdîtinê bi rayedarên girtîgehê re bikin, lê ev daxwaza girtiyan nayê qebûl kirin.       Malbatên ku çûn hevdîtinê ji ber ku zarokên wan derneketin hevdîtinê, demek dirêj li ber girtîgehê rawestiyan. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş û endamên MED TUHAD-FED'ê ji bo ku derbarê mijarê de agahî bigirin, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîn.   Piştî hevdîtinê Ozgûneş, diyar kir ku ew ê têkildarî mijarê bi rayedaran re di nava têkiliyan de bin û got ew ê şopdarê bûyerê bin.   Malbatên girtiyan jî xwest, binpêkirinên mafên girtiyan bi lez bi dawî bibin.