Dozger xwest derbarê Osman Baydemîr de biryara bultana sor bê derxistin 2020-09-17 16:44:22 ENQERE - Dozger, daxwaza xwe ya îadekirin û derxistina bultena sor a derbarê Parlamenterê HDP’ê yê berê Osman Baydemîr de ji Wezareta Dadê re şand.     Serdozgeriya Komarê ya Amedê, daxwaza xwe ya îadekirin û derxistina bultena sor a derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Osman Baydemîr de, şand Wezareta Dadê.    Hat hînbûn ku dozger ji ber lêpirsînekê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ya darbarê Baydemîr de hatiye destpêkirin, ev daxwaz kir.