Leyla Guven birin edliyeyê 2020-09-17 19:19:43   COLEMÊRG – Leyla Guven û Dayika Aştiyê Fatma Tûran ku hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên wan ên li emniyetê birin edliyeyê.     Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê Fatma Tûran ku hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên wan ên li Miduriyeta Emniyetê ya Bajar bi dawîbûn birin edliyeyê. Li bendê ye ku li dozgeriyê gotinên wan bên girtin. Hat hînbûn ku Leyla Guven, ji ber axaftina xwe di kampanya “Em Xwe Diparêzin” a Tevgera Jinên Azad ku duh li bajar starta wê hat dayîn û Fatma Tûran jî bi hinceta ku heqaretê li Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan kiriye, hatine binçavkirin.