Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin 2020-09-18 09:08:41   AGIRÎ – Malbata Ceylan Akpolat (25) ku li navçeya Xamûrê darvekirî hat dîtin, bertek nîşanî necezakirina kesên ku bûn sedemê mirina keça xwe dan û ev tişt got: “Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin. Jin tên kuştin lê kes nayê cezakirin.”   Ceylan Akpolat (25) ku li mezraya Şîrîk a gundê Silêman Kombet ê navçeya Xamûrê ya Agiriyê dijiya, di 7’ê gulanê de ji ber ku di nav malbatê de tundî lê dihat kirin serî li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê dabû û giliya kesên ku tundî lê dikirin, kiribû. Li ser gilîkirinê qereqolê hevjînê Akpolat û bavê wî vexwendibû gotinê î piştre wan berdabû. 4 roj piştî gilîkirinê Akpolat li malê darvekirî hatibû dîtin.    Di lêpirsîna ku li ser gilîkirina malbata Akpolat hatibû destpêkirin de heta niha tu pêşketinek çênebûye. Malbatê, dubare kir ku keça wan hatiye kuştin û renge întiharê li kuştina keça wan hatiye barkirin û bertek nîşanî pêşveneçûna lêpirsîna derbarê darvekirina keça xwe da.   DAYIK: HETA KU CEZA NEKIN DIKUJIN   Dayika Akpolat Zozan Kaya, diyar kir ku keça wê 7 sal bûye ku bi F. Akpolat re zewicandî bûye û wiha got: “Tenê saleke vê zewacê baş çû. Ji ber ku zoraka keç ji keça min re çêbûbû xesiya wê timik bi keça min re nîqaş dikir. Rapora ku keça min hatiye derpkirin jî heye. Piştî derpkirinê keça min serî li qereqolê dide û piştî 4 rojan mirî tê dîtin. Piştî Ceylan bi dehan jin hatin qetilkirin. Dewlet di vê mijarê de tiştekî nake. Jin tên kuştin lê kes ceza nagire. Heke ceza bidana kesekî kes wêrekî nedikir ku tiştekî wiha bikin. Hevjînê keça min nehat girtin. Kesên ku negirtina wîdibînin her roj qetilkirina jinan didomînin. Dema ku jinekî dikujin dibêjin “întihar” kiriye.”   ‘ÇIMA PARASTVAN NEDAN?’   Bavê Akpolat Zubeyîr Kaya jî destnîşan kir ku di mijara cînayetên jinan de tu gav nayê avêtin û ev tişt anî ziman: “Bila dewletê li mafê keça min xwedî derkeve. Heke lê xwedî dernekevin wê demê ji bo mirinê çêtir e. Hê jî rapora otopsiyê ya keça min derneketiye. Dest nedane kesên ku bûn sedem. Daxwazeke min tenê heye ew jî cezakirina kesên ku bûn sedema mirina keça min e. Divê faîlên keça min bên dîtin. Dema ku keça min çû qereqolê çima parastvan nedanê? Wê demê dewlet xwedî derdikeve.”