Girtiyê 66 salî 8 meh in nikare biçe kontrolê 2020-09-18 09:10:09 ENQERE – Erdal Kotan ku li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye, diyar kir ku Zulfu Yildirim ê 66 salî ku pê re li heman girtîgehê girtî ye, 8 meh in nikare biçe kontrolên xwe yên nexweşxaneyê û ji bo berdana wî banga hestiyariyê kir.    Erdal Kotan ku li Girtîgeha Tîpa E ya Hejmar 1 a Xarpêtê girtî ye, bi nameyeke ku ji ajansa me re şand re diyar kir ku Zulfu Yildirim ê 66 salî ku pê re li heman girtîgehê girtî ye û xwendin û nivisandina wî tuneye, 8 meh in nikare biçe kontrolên xwe yên nexweşxaneyê.    TÊ BERDAN Û DÎSA TÊ GIRTIN   Kotan, destpêka nameya xwe de derbarê doza Yildirim de agahî da û ev agahî parve kirin: “Zulfu Yildirim di sala 2011’an de di çarçoveya operasyonên KCK’ê de li Dersimê tê binçavkirin û girtin û dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê. Li gele ku gelek nexweşiyên wî hene jî piştî 9 meh û nîvan derdikeve dadgehê û ji ber şertên xwe yên tenduristiyê tê berdan. Ji ber emeliyatên ku derbas kiriye timik li Enqere û Amedê kontrolên wê yên tenduristiyê tên kirin. Lê piştre bi angaşta “endamtiya KCK’ê” 7 sal û 6 meh ceza lê tê birîn û cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind vê tê êrêkirin û di sala 2017’an de tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Hejmar 1 a Xarpêtê.”   3 EMELIYATAN DERBAS DIKE   Kotan, da zanîn ku ji ber binçavkirin û dema girtina li girtîgehê bandorên derûnî li ser çêdibin û gelek nexweşî li peyda dibin û derbarê tenduristiya wî ev agahî dan: “Dema ku li derve berdayî tê darizandin ji ber ûrê ku di serê wî de çêdibe bi nexweşiya pênçeşêrê dikeve û 3 emeliyatan derbas dike. Li ser van emeliyatan çavê xwe yê rastê winda dike û ji sedî 40 roniya çavê wî yê çepê jî kêm dibe. Ji ber stresa zêde qrîza dil jî derbas dike. Bi emeliyatê deriçeyên dilê wî hatine guhertin. Nexweşiyên Yildirim ên mîna tansiyon, guatr û kolesterolê jî hene. Yildirim ji sedî 93’ê astengdar e. Ji bo ku ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor bigire sewqa wî ya Nexweşxaneyê Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê hat kirin, lê heyeta bijîkên zanîngehên rapora “dikare li girtîgehê” bimîne dane Yildirim û sewqa wî ya ATK’ê çênekirin.”   BILA TEDAWIYA WÎ LI DERVE BÊ KIRIN’   Di berdeama nameya xwe de Kotan, derbarê rewşa Yildirim de ev tişt anîn ziman: “Ji ber Kovîd-19’ê niha nikare biçe kontrolên xwe yên ji bo dil. Nêzî 8 mehan e neçûye tu kontrola xwe. Heke biçe kontrolê wê 14 rojan bê qarantînakirin. Ji ber temen û nexweşiyên xwe ne pêkane ku bi tena serê xwe bimîne. Jixwe ji ber pandemiyê şert jî gelek zehmet bûne. Di nav salekê de hevjîna wî ya di temenê wî de tenê 2 xaran hatiye serdana wî. Yildirim ku 3 sal in di girtîgehê de ye 2 sal cezayê wî maye. Ji ber ku temenê wî mezin e û gelek nexweşiyên wî hene divê bê berdan û tedawiya li derve bê kirin. Ji bo vê yekê em ji saziyên me benda piştevanî û hestiyariyê ne. Em naxwazin mirovekî xwe yê din winda bikin.”