ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 202'AN 2020-09-22 09:00:49 * Rojnamevan Pişder Babekir serdana Neçîrvan Barzanî ya bi Serokkomar Tayyîp Erdogan û geşedanên dawî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê nirxand û diyar kir ku êrişên li herêmê bi fermana Enqereyê pêk tên û got: "Komên çeteyan her roj Kurdan qetil dikin. winda dikin û direvînin. Dest datînin ser mal û milkê wan. Navên Kurdî diguhînin. Darê zeytûnan ên Kurdan jê dikin. Vê hovîtiyê bi piştgiriya Enqereyê dikin."  * Ciwanên ku ji bo "nifşeke lêkolîner û xwende" li navçeya Başanê pirtûkxaneyek ava kirin gotin: "Armanc, nifşeke pirsker derkeve holê."    * Qedexeya Walîtiya Wanê ya ji bo lidarxistina çalakiyan hezar û 402 roj in didome. Hevşaredarê HDP'ê yê Rêya Armûşê Tûncer Sagniç, nerazîbûna xwe ya ji bo vê qedexeya ku ji bo çalakiyên AKP'ê nederbasdar e anîn ziman û got, walî eynî wekî Serokê Bajêr ê AKP'ê tevdigere.    * Li derdora Dêrik û Şemrexê di dema qedexeya derketina derve de 8 kes hatibûn binçavkirin û di dema binçavkirinê de bi darên beyzbolê li wan hatibû xistin. Kesên hatibûn îşkencekirin rapora derbkirinê wergirtibûn û tevî raporê serlêdan kiribûn. Lê belê bi hinceta "îdiayeke nedîtbar" der barê serlêdana wan de biryara "neşopandinê" hatiye dayîn.    * Qeyûmê berê yê Şaredariya Cizîrê, di bin navê "başkirinê" de projeyek dabû destpêkirin. Lê belê ji ber vê projeya navbirî kargehên li Çarşiya Kevn tim di bin avê de dimînin.    * Esker Mûstafa Araz li Babaeskiyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Araz lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê nîşeya "întiharê" li dosyeya wî hatiye zêdekirin. Bavê wî Hasan Araz, der barê nîşeya navbirî de got: "Ê nîşe nivîsandiye ne kurê min e. Nivîsên kesên ku nîşe nivîsandine ji bo lêkolînê hatine şandin."    * Li Artûklûyê, dar û kulîlkên li parkên ku şaredarî baş xwedîtiyê li wan nake hişk dibin. Welatiyan xwest park bên çêkirin.    * Li gundê Nerexê yê li quntara Çiyayê Cûdî bi nêzîkbûna demsala Peyîzê re, welatiyan dest bi çêkirina dimsê kirin.    * Danişîna biryarê ya doza derbarê polîs Y.Ş. de yê ku di Newroza 2017'an de li Amedê xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kuştibû li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (09.00-16.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA) dê li Edeneyê kampanya “Em xwe diparêzin" bi daxuyaniya çapemeniyê li avahiya HDP'a Edeneyê bide destpêkirin. (13.00)   * Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû dê biçe serdana Yekîtiya Bijîşkên Tirk. (12.00)   * Şandeya HDP'ê ji bo êşkence û avêtina gundiyan a ji helîkoptêrê lêkolîn bike dê îro biçe Wanê û serdana malbat û nexweşxaneyê bike. Dê şande bi rêxistinên civakî yên sivîl re jî hevdîtinan pêk bîne. (10.30)