Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir 2020-09-22 11:20:32   AMED –  Ji ber ku polisê bersûc Y.Ş. û parêzerê wî tevlî danişîna doza Kemal Kûrkût ku dihat payîn biryar derkeve nebûn, danişînê tenê 5 deqe berdewam kir. Ji bo ku biryar bê dayin danişîn taloqî 17’ê mijdarê bû.    Danişîna 11’emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ku di Newroza 2017’an de ji aliyê polisê bi navê Y.Ş. ve hat qetilkirin, li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Polisê bersûc û parêzerên xwe tevlî danişînê nebûn. Parêzerên malbata Kûrkût Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin, Serdar Çelebî, Sîdar Avşar, Mehmet Oner û Mûhlîs Ogûrgul li danişînê amade bûn.    ROJNAMEGERAN NEGIRTIN HUNDIR   Beriya danişînê, polisan ji ber Edliya Amedê heta qorîdaro eywana dadgehê bi awayekî awarte bergiriyên ewlehiyê girtin. Polisan, bi hinceta pandemiyê parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosûn û rojnamegerên ku xwestin danişînê bi şopînin, negirtin eywana danişînî.    DOZGERIYÊ MUTALAA XWE DUBARE KIR    Piştî destpêkirina danişînî serokê dadgehê, diyar kir ku ji ber guhertina heyete wê biryar neyê dayîn û bersûc di daxwaznameya xwe ya ku di 26’ê hezîranê de pêşkêş kiriye de, derbarê bûyerê de daxwaz kiriye ku ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan rapora pispor bê xwestin.    Dozger jî mutalaaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û ji ber sûcê “bi zanebûn bûye sedema mirinê” ji polisê bersûc Y.Ş. re ji 3 salan heta 9 salan cezayê girtîgehê xwest.    DANIŞÎN 5 DEQE BERDEWAM KIR    Di danişîna ku 5 deqe berdewam kir de parêzeran parastinên xwe yên danişînên din dubare kirin û diyar kirin ku li dijî mutalaaya derbarê esasê de hatiye dayîn jî di danişîneke din de parastinê bikin.    WÊ BIRYAR DI 17’Ê MIJDARÊ DE BÊ DAYÎN    Heyeta Dadgehê, ji ber guhertina heyete ji bo ku biryar bê dayîn danişînê taloqî 17’ê mijdarê kir.    Balkêş bû piştî danişînî polisan zifta danişînê girtin.