Cezayên ku li rojnamevanên piştevaniya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn hatin pesendkirin 2020-09-22 20:45:37   STENBOL - Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê, cezayê ku li rojnamevanên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn hatibûn birîn pesend kir.    Gelek rojnamevanên ji bo balê bikişînin ser zext û zoriyên li ser Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, piştevaniya wê kiribûn. Ji ber vê li gelek rojnamevanan ceza hatibû birîn. Cezayên ku Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê birîbû îro ji aliyê Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê ve hatin pesendkirin.   Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê cezayê li Dilşah Kocakayaî Ertûgrûl Mavîoglû, Huseyîn Akyol, Mehmet Celal Başlangiç, Mehmet fehîm Işik, Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Omer Agin, Oncu Akgul, Veysel Kemer, Yuksel Ogûz û Celalettîn Can hatibûn birîn pesend kir.    Omer Agin, Veysel Kemer, Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Yuksel Ogûz û CelalettîN Can bi "propagandaya rêxistinê, tehrîkirina ji bo sûc, pesindayîna sûc û sûcdar" hatibûn tawanbarkirin û paşê dadgehê der barê wan de biryara beraatê dabû. Dadgeha Îstinfaê jî biryara dadgeha herêmî pesend kir.    Lê belê Dadgeha Îstinafê sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Ertûgrûl Mavîoglû, Fehîm Işik, Celal Başlangiç, Îhsan Çaralan, Oncu Akgul û Celalettîn Can hatibû birîn û 3 sal û 9 meh cezayê ku li Huseyîn Akyol hatibû birîn pesend kir.