ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2020'AN 2020-09-23 09:00:20 * Penaberên ji Pakîstan, Afganistan û Sûriyeyê dikevin rê û dixwazin di ser Tirkiyeyê re biçin Ewropayê, di rêwîtiya xwe ya bi mehan de carinan bi rojan tî û birçî dimînin û carinan jî gef li wan tên xwarin û tên xespkirin.  * Cîhanê çalakger û teorisyenê xwe David Graeber zû winda kir. Niha dem dema David Graeber bû. Graeber şoreşa Rojava kêlî bi kêlî û gav bi gav nas kir. Hevalê Graeber ê nêzîk Rahila Gupta, têkildarî Graeber got: “Kurdan muttefikê xwe û cîhanê jî entelektuel û rêberê xwe winda kir."    * Siyasetmedar Mahmût Alinak ku dihat xwesin cezayê muebetê lê bê birîn û paşê bi cezayê "hepsa malê" hat berdan got: "Min nizanibû wê mala ku ez lê çêbûme û mezin bûme bibe girtîgeh."   * Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seçkîn Kir, anî ziman ku êrîşên nîjadperest ên li Behra Reş diqewimin, berê jî li hemberî rûm û ermenan hatibûn kirin û got: "Hîn jî feraseta Îpsîz Recep û Topal Osman didome."    * Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Dr. Nûrî Seha Yuksel, destnîşan kir ku ji ber şewba vîrûsa Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde dibe û got: "Ji ber tedarikkirina derziyan tenduristkar û mirov rû bi rû dimînin."    * Hatûn Koç a ji ber şidet û tehdeya lê hatiye kirin 33 caran giliyê hevjînê xwe yê berê Ozkan Yarbî kiriye, lê belê hem bibêje giliyên wê hemû bêbersiv hatine hiştin. Herî dawî Yarbî bi tivingê êrîş biriye ser Koç û hatiye girtin, lê belê çendî ku girtiye hîn jî gefan lê dixwe.    * Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû diyar kir ku derbarê xwişka wê de lêpirsînek berfireh nehatiye kirin û dixwazin ser dosyeyê bigirin.   * Danişîna doza derbarê kuştina Berkîn Elvan ê di çalakiyên Parka Geziyê de hatibû kuştin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin.(09.30)    * Danişîna doza nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (EHTA) Îsmînaz Temel û Havva Cûştan li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)    * Malbatên Erol Volkan Îldem û Fadîme Çakil ên di 7'ê îlonê de li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn ji bo cenazeyên wan radestî wan nehatin kirin, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)