Ji ber Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde bûye 2020-09-23 09:03:06 ÎZMÎR - Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Dr. Nûrî Seha Yuksel, destnîşan kir ku ji ber şewba vîrûsa Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên grîp û zatûreyê zêde dibe û got: "Ji ber tedarikkirina derziyan tenduristkar û mirov rû bi rû dimînin."    Ji ber şewba Covîd-19'ê daxwaza ji bo derziyên zatûre û grîpê her diçe zêde dibin. Ji ber ku her diçe daxwaza ji bo van derziyên navbirî zêde dibe, di warê tedarikirinê de jî mirov zehmtiyê dikişînin. Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Nûrî Seha Yuksel, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di warê tedarikkirina derziyan de qels e.    DAXWAZ ZÊDE BÛYE    Yuksel, bilêv kir ku di payizê de fikarên ji bo nexweşînên grîp û zatûreyê zêde bûne û got, hin semptomên van nexweşînan jî dişibin ên şewba Covîd-19'ê. Yuksel got: "Gelek hêlên Covîd-19'ê dişibin nexweşînên demsalî. Niha em hem bi nexweşînên demsalî hem jî bi Covîd-19'ê re rû bi rû mane. Her ku dinya sar bibe û ji ber ku em li cihekî girtî karê xwe dikin wê nexweşîn zêdetir belav bibe. Lewma divê Wezareta Tenduristiyê pirsgsirêka derziyan hel bike. Cîhan hemû van derziyan dixwaze. Li Tirkiyeyê jî li navendên tenduristiyê yên malbatî derziyên grîp û zatûreyê bûne pirsgirêk. Piştî hişyariyên Wezareta Tenduristiyê û mirovên zanyar daxwaza ji bo derziyên zatûreyê zêde bûn."    Yuksel, destnîşan kir ku ji ber ku tê gotin ev derziyên navbirî mirovan ji şewba Covîd-19'ê diparêze daxwaza ji bo wan zêde bûye û got: "Halbûkî ne werê ye. Ev derzî, gava mirov bi Covîd-19'ê dikevin ji bo zatûre nebin tên kirin. Lewma divê li kesên temenê wan di ser 65 salan re û kesên di koma xetereyê de ne bê xistin. Di warê derziyan de kapasîteya navendên tenduristiyê yên malabtî diyar e. Lê belê welatî bi fikra ku ev derzî mirovan ji şewba Covîd-19'ê diparêze berê wxe didin navendên tenduristiyê yên malbatî. Heta hefteya borî li Balikesîê ji ber ku derziya zatûreyê tunebûye kesekî êrîş bir ser hemşîreyekê."    Yuksel, anî ziman ku li hin deverên Îzmîrê di warê tedarikirina derziyên navbirî de pirsgirêk hene û got, ji ber ku Wezareta Tenduristiyê di warê peydakirina derziyên navbirî de qels maye tenduristkar û welatî rû bi rû dimînin. Yuksel, destnîşan kir ku divê di warê derziyên grîp û zatûreyê de raya giştî rast bê serwextkirin û got: "Heger mirov neyên derzîkirin wê Covîd-19'ê û grîpên demsalî tevlîhev bikin û wê tim serî li nexweşxaneyan bidin. Wê tenduristkar nikaribin ji bin vî barî rabin."