Rastiya operasyonên TSK’ê 2020-09-23 10:22:15 NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyonên ku TSK di çarçoveya xerckirinên “parastin û ewlehiyê” de bi 272.9 milyar lîreyê li derveyî sînor li dar dixe, qopî bike û pêve bizeliqîne derketin. 34 operasyonên ku hatine lidarxistin bi daxuyaniyên hatine ragihandin. 19 operasyon jî tenê çend peyvên wan hatine guhertin.    Di Budçeya Navendî ya Rêveberiyê ya Sala 2020’an a Tirkiyeyê de ji sedî 25 budçeyê ku dike 272.9 milyar lire, di çarçoveya xerckirinên “parastin û ewlehiyê” de ji bo Operasyonên Derveyî Welat ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hatibû veqetandin. Operasyonên ku ji bo wan budçeyeke ewqas mezin hatiye veqetandin qopî bike û pêve bizeliqîne derketin. Di malpera fermî ya TSK’ê ku xebatên rojane li ser tên parvekirin de, daneyên ku hatine parvekirin peyv bi peyv hemanin. Di 62 operasyonên ku di navbera 22’ê tebaxê û 22’ê îlonê de hatine lidarxistin de tenê çend peyvan cih diguherînin. Di agahiyên dawiyên operasyonên ku her roj li Herêma Kurdistanê hatine lidarxistin de hatiye parvekirin ku cebilxane û teçhizat “hatine bidesxistin” û tünel hatine teqandin.    PEYV BI PEYV HEMAN IN    Ji 33 operasyonên ku hatine lidarxistin û her roj hejmarên bi dehan miriyan hatiye dayîn, ji bo 11 operasyonan tenê hevokek hatiye bikaranîn. Di 9 operasyonan de jî tenê cihê çend peyvan hatiye guhertin û bi heman gotinan hatine dayîn. 7 operasyon jî dest li xal û bêhnokên wan jî nehatiye gerandin.    DANEYA TEKANE YA PENÇE Û KAPLAN   Di 6 perasyonên Pençe û Kaplan ku bi rojan hikûmetê peznê wan da û bi nexşeyan li ser televîzyonan hatin vegotin de heman agahî hatine parvekirin.    MA / Sedat Yilmaz