Parêzvanên mafê mirovan: Li dijî hovîtiyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye 2020-09-23 12:58:08   STENBOL – Parêzvanên mafê mirovan êşkenceya li Osman Şîban û Servet Tûrgût hatibû kirin wek “hovîtiyê” pênase kirin û gotin li dijî vê êşkenceyê pêdivî bi îradeyek demokratîk heye.    Li çoltera navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de eskeran Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribûn. Eskeran piştî ku êşkence li wan kiribû, ew ji helîkopterê avêtibûn xwarê. Xetereya jiyanî ya her du welatiyan jî didome. Nerazîbûnên li dijî vê êşkenceyê didomin.    Parêzvanên mafê mirovan vê êşkenceya li Şîban û Tûrgût hatibû kirin, wek “hovîtiyê” pênase kirin û gotin pêdivî bi îradeyek demokratîk heye ku ji bûyerên bi vî rengî re bêje ‘rawest e' heye.    BÎRDAL: LAZIM E DEWLET BÊDENG NEMÎNE    Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal diyar kir ku li dijî mirovatiyê sûc hatiye kirin. Bîrdal anî ziman ku avêtina ji helîkoptêrê ya welatiyan bi rapora nexweşxaneyê hatiye piştrastkirin û tu rastiya daxuyaniya Walîtiya Wanê dabû nîne. Bîrdal da zanîn ku pêwîste Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê bi lezgînî biçe Wanê û lêkolînên pêwîst bike û li gel saziyên dewletê divê saziyên mafên mirovan ên navnetewî jî şandeyan bişînin herêmê û lêkolînan bikin û encama lêkolînan bi raya giştî re parve bikin.    Bîrdal da zanîn ku bêdengiya dewletê wêrekiyê dide êşkencekaran û got: “Divê kes bêdeng nemîne.” Bîrdal bi bîr xist ku li Arjantînê jî rayedarên dewletê, nûnerên mualefetê û parêzvanên mafê mirovan ji helîkoptêran hatibûn avêtin û tevî ku gelek bi ser bûyerê re derbas bûn jî kiryar hatin darizandin. Bîrdal ji bo darizandina kiryaran got: “Ji ber vî awayî îro yên vê êşkenceyê li Wanê kirine teqez wê rojekê li dadgehên serbixwe werin darizandin.”    ‘LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC TÊ KIRIN’    Bîrdal anî ziman ku di serî de mafê jiyanê gelek mafên bingehîn ên mirovan û azadiya wan hatine binpêkirin û got: “Ev sûc li dijî gelên Tirkiyê hemûyan hatiye kirin û di heman demê de li dijî rûmeta mirovahiyê hatiye kirin. Loma divê em hemû vê êşê bikişînin. Pêwîste muxalefetek demokratîk li dijî vê êşkenceyê bêdeng nemîne û dengê xwe bilind bike.”    SALÊN 1990’Î ANÎ BÎRA MIROVAN    Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku vê bûyera li Wanê qewimiye bûyerên salên 1990’î tîne bîra mirovan û got: “Lazim e aliyên civakî hemû bi hesasiyetî nêz bibe. Li Tirkiyê bi salan e binpêkirinên mafan ên cidî pêk tên. Dema mesele dibe kurd, tiştên diqewimin ji nedîtî ve tê. Heke ev bûyer neyê şopandin wê bûyerên wiha li gelek deveran biqewimin. Belkî her kesî ji helîkoptêrê ve neavêjin xwarê lê bes gelek bûyerên travmatîk bi rêya tundiyê werin kirin. Lazim e rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûq û dînamîkên civakê bûyerê ji nêz ve bişopînin. Mafê jiyanê ji bo her kesî pîroz e. Ev kes kî dibin bila bibin ferq nake, binpêkirina mafê jiyanê ya wisa nayê qebûlkirin. Gelek peyamnên navnetewî ji aliyê Tirkiyê ve hatine îmzekirin hene. Divê Tirkiyê li gorî van peymanan tevigere. Pêwîste aliyên civakî hemû li dijî bûyerê derkevin û bi hestiyar tevbigerin.”    ‘DOZAJA ÊŞKENCE ZÊDE DIBE’    Hevserok Giştî ya Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ayşe Acinîklî jî destnîşan kir ku ji ber bûyerên li bajarên herêmê diqewimin polîtîkaya bêcezakirinê tê sepandin, ev bûyer zêde dibin û got: “Ji bo ku kiryar nayên darizandin dozaja êşkence zêde bûye. Li welat ne pergala hiqûqê, pergala tundiyê tê çêkirin. Ne mimkin e êdî meriv behsa dewletek hiqûqê bike. Li Tirkiyê pergalek hiqûqî û demokrasiyê nayê birêvebirin. Pergalek li gorî daxwaza polîsan tê şixûlandin. Bûyera li Şaxê encama vê yekê ye. Ji bo avêtina însanek ji helîkoptêrê êdî peyvaek ku pênase bike nabînim. Mirov nikare ji wan kesên însann ji helîkoptêrê avêtine xwarê re bêje însan in. Pêwîste berpirsiyar bi lezgînî werin cezakirin.”