Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin 2020-09-30 11:11:05   STENBOL - Rojnameger Ekrem Berekat, bal kişand êrîşên hêzên paramiliter ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê bi piştgiriya Tirkiye pêk tîne û got: "Şerê li vir kêliyekê jî nesekiniye. Li herêmê sûcê mirovahiyê tê kirin. Lê ereb dizanin ku hemû alozî bi destê Tirkiye tê kirin û li dijî vê yekê ne."    Li Sûriyeyê şerê navxweyî 9 salin didome. Li aliyekî piştî li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê gel pergala xwe ava kir Rêveberiya Xweser îlan kir, gel bi xwe bi xwe, xwe bi rêve dibe. Hewl dide ku helû pirsgirêkan çareser bikin. Li aliyê din jî cihê ku komên çekdar û hêzên paramîlîter lê şer dikin, her roj mirov ten kuştin. Talankirin û wêrankirina herêmê didome. Têkildarî rageşiyên li herêmê Rojnameger Ekrem Berekat, hevdîtinên di navbera PYNK-ENKS, geşedanên li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê yên di destê hêzên paramîlîter ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, nirxand.    REJÎMA SÛRÎ JI BO DIYALOGÊ GAV NEAVÊT    Rojnameger Berekat, anî ziman ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji roja hatiye avakirin heta îro, her tim bi hêzên demokratîk û ji bo çareseriya Sûriyeyê xebatê dikin re di nava dan û stendinê de ye û wiha got: "Herî dawî MSD'ê bi Partiya Vîna Gel a Sûriye re li Rûsya protokolek îmze kir. Hemû kesên protokol û karê wê xwendin, diyar kirin ku ev protokol ji bo parastina yekîtîya axa Sûriye ye. Dîsa diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriye biryarên herî guncav  û pir baş e. Ev biryar ji aliyê hêzên herêmî yên Sûriyeyê jî erênî hatin nirxandin. Di nava van xalên hatiye diyarkirin de milê nijadperestî û serdestî tune ye. Bi giştî ev protokal erênî hat ditin. Gavên ku ji aliyê MSD'ê û milên Rêveberiyên Sûriye û demokratên Sûriye ve gavên erênî hatin nirxandin. Gavên dîplomasiyê ji aliyê Rûsya ve jî erênî hat nirxandin. Lê mixabin, ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve gav nehat avêtin. Hêj hikûmeta Sûriye bi hişmendiya desthilatdarî û nijadperest nêzî pirsgirêka Sûriyeyê dibe."     GEL BI LEZ YEKÎTIYÊ DIXWAZE   Berekat bal kişand ser têkiliyên MSD'ê û ENKS'ê û wiha got: "Di milê MSD'ê de tu pirsgirêk tune. Niha MSD li aliyê Bakur û Rojhilatên Sûriye xebatek mezin dide meşandin. Komcivînan li dar dixe. Di van komxebatan de kesên xwedî nasnameyên cuda cih digirin. Hezên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk, serokeşîr û rûsipî di nav van komxebatan de cih digirin. Kesên li derveyî Rêveberiya Xweser cih digirin û bi wan re civîn tên li dar xistin û niqaş tên kirin. Li Hesekê 2 civînên mezin hatin li dar xistin. Di demên pêş de dê li herêmê Cizîrê û Kobanê jî ev komcivîn bên li dar xistin. Ji bo Yekîtiya Neteweyî li Rojavayê Kurdistan nêzî 8 mehan e xebatek hatiye destpêkirin. Di van xebatan de heta niha 10 civîn di navbera PYNK'ê û ENKS'ê de hatin li dar xistin. Herî dawî biryar hat girtin ku Desteya Kurd a Bilind bê avakirin. Hêjmara desteyê jî diyar bûn. Dê wê hêjmara wê 40 kes cih bigirin. Ji wî 40 kesî dê ji sedî 40 PYNK, ji sedî 16 ji ji ENKS'ê, ji sedî 8 jî dê ji aliyê rêxistinên civakî, rêxistinên ciwan û jinan ve bên hilbijartin. Niha xebat ji bo rêveberiya xweser tên kirin. Wê ENKS bi çi rengî karibe tev li van xebatan bibe. Niha gel di nava bendewariyekê de ye. Ji ber ku êrîşên mezin li ser gelê Kurt hatin kirin. Niha ev xebat tên meşandin. Ev xebat heta astekê hatiye. Lê ne li gorî pêwistiyan e. Divê gavên pratîk bi lez bên avêtin. Li herêmê roj bi roj hêz tên guhertin. Rewşa îtîfaqên herêmê tên guhertin. Gel jî dibêje divê êdî her kes nêzîkatiyên şexsî bidin alî û ji bo yekîtiyê û berjewendiyên gelê Kurd xebat bên kirin."    LI SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SIPÎ DIBISTANÊN TIRK HENE    Rojnameger Ekrem Berekat, li ser rapora Neteweyên Yekbûyî ya der barê herêmê de jî rawestiya û ev tişt got: "Di raporê de belkî ji sedî 10 binpêkirina ku Dewleta Tirk li Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê pêk anîye tîne ziman. Li Serêkaniyê û Girê Spî siyasetek pir qirêj dimeşînin. Siyaseta guhertina demografiya tevahiya herêmê dimeşînin. Hemû herêmê ji niştecihê wê vala dikin. Li herêmê axaftin bi tirkî ne. Pere yê Tirkiye ye. Dibistan ên Tirkiye ne. Ev siyaset bi taybet li Erfrînê tê meşandin. Li herêmê rojane tacîz, tecawiz, girtin û kuştin heye. Vê yekê jî li ser medya înternetê parve dikin. Tirsekê çêdikin ku carek din venegerin war û cihê xwe. Her roj li van herêman mirov tên qetilkirin. Li gorî agahiyên me girtin nêzî 300 kesên li vir bi taybet perwerde kirin şandin Ezerbeycanê. Rapora Yekîtiya Neteweyî jî vê yekê aşkere dikin. Ev hemû sûcê mirovahiyê ne. Li Girê Sipî û Serêkaniyê gel dibe qurbana şerê navbera komên çete yên xwe bi xwe. Di demên dawî de di navbera komên çete de şereki pir dijwar heye. Şerê ku niha didome hemû li ser talanî û wêraniyê tê kirin. Beriya çend rojan teqînek çêbû. Gelek sivîl mirin."    ÎTÎFAQÊN HERÊMÎ ROJANE TÊN GUHERTIN   Berekat, bal kişand ser helwest û bêdengiya hêzên navneteweyî yên li herêmê  û wiha berdewam kir: "Ji xwe di 17'ê Cotmeha 2019'an de di navbera Tirkiye û DYA de peyman hat îmzekirin. Di 22'e Cotmehê de biryar hat girtin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwe vekişînin û şer bê rawestandin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser vê biryarê xwe kişandin pişt xetan. Diviya bû şer bihata rawestandin. Lê ji wê demê heta niha nêzî salekê ye, rojekê jî êrîş nehatin rawestandin. QSD'ê li gorî vê peymanê tev geriya û şer rawestand. Lê dewleta Tirk û komên çeteyên xwe rojekê jî şer û êrîşên xwe ranewestand. Her roj şerê rojane kir û herêmê topbaran dikin. Bê navber balafirên şer ên bê miroav li ser herêmê digerin. Ji roja agirbestê heta niha li gorî dane û raporên mafên mirovan 116 sivîl şehît bûne. Gelek kes birîndar bûne.    HETERÊN LI SER HERÊMÊ DIDOMIN   Rojnameger Berekat, anî ziman ku hêj xeteriyên li ser herêmê didomin û nerabûne û wiha axivî: "Li herêmê îtîfaqên heyî rewşa wan tê guhertin. Îhtîmala Rûsya Tirkiye û yên din çi êrîşan bikin ne diyar e. Rewş li gorî meseleyên di navbera Tirkiye, Rûsya, Sûriye, Libya, Ezerbeycan û hêzên din de tê guhertin. Li Sûriye ji bo Lîbya li hev dikin. Li Lîbya jî ji bo Sûriye li hev dikin.  Ji bo herêm bê parastin tenê divê yekîtiya gelan bê ava kirin.  Niha Tirkiye gelek komên çete ji vê herêmê dişîne Ezerbeycan, Lîbya, Yemen û herêmên din. Yekem car e welatên ereb bertekên dijwar nîşanî Tirkiyeyê didin. Diyar dikin ku li ku pirsgirêk hebe, destê Tirkiye di navde heye.  Dewletên ereb diyar dikin ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk divê hêzek herêmî bê avakirin. Dixwazin bi hêzê destwerdana Tirkiye ya li dijî Sûriye, Iraq û Lîbyayê bê rawastandin. Gelê ereb li dijî şandina  komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve nerazibûn û bertekên xwe tînin ziman. Li gorî agahiyên gihiştine destê me heta niha 300 çete şandine Ezerbeycan, 18 hezar çete şandine Libya. Civaka ereb li dijî vê yekê ne. Diyar dikin ku dixwazin civaka ereb bînin hemberî ev û dixwazin vê yekê rawestînin. Lê Hikûmeta Sûriye ji bo çareseriyê ji diyalogê re girtî ye.   MA / Îdrîs Sayilgan