Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê 2020-09-30 11:14:45 ENQERE – Piştî damezrandina Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) heta îro 21 partiyên tirk hatin damezrandin û destûra wan hat dayîn. Lê PÎA nikare ranedevû jî bigire. Rêveberê PÎA’yê Ahmet Kaya diyar kir ku ji ber ew partiyek kurdî ne astengî ji wan re tên derxistin.  Partîya İnsan û Azadiyê (PÎA) ya ku navenda wê li Wanê ya ji sala 2018’an de hat damezrandin. PÎA heta îro hêj bi fermî nehatiye damezrandin. Ji bo damezrandina fermî berpirsyarên partiyê serî li Wezareta Karên Navxweyî dixin, lê heta niha wezaretê randevû nedaye wan. Ji diroka serlêdana ewil a PÎA’yê, heya îro 21 partîye nû hatin damezirandin. Li gorî lîsteya Dadgeha Bilind 97 partî îro li Tirkiyê hene û ji van 17 partî di sala 2020’an de hatine damezrandin. Partiyên piştî PÎA’yê hatin damezrandin hatin pejirandin lê PÎA hêj bi awayek fermî nehatiye pejirandin.    Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya astengiyên li pêş partiya xwe ji ajansa me Mezopotya re nirand.    NEHIŞTINE KU BIKEVIN AVAHIYA WEZARETÊ    Kaya diyar kir ku ji bo damezrandina Partîya Însan û Azadîyê dema serlêdana yekemîn hate kirin Wezareta Karên Navxweyî berpirsiyarî qebûl kir lê piştî wê êdî ne hatin qebûlkirin. Kaya anî ziman ku ji bo damezrandinê ewraqên wan bi giştî hebûn e û berpirsyaran bi dest ji wa negirtin û wan bi rêya PTT’ê ji wan hatiye xwastin. Kaya got tevî ku wan ewraqên xwe bi rêya PTT’ê şandine jî lê heta 6 mehan bersiva wan nehatiye dayîn. Kaya got ew ji bo li rewşê bipirsin çûne Wezaretê û randevû xwestine û randevû nedane wan û rayedaran ferman dabû ku ew nekevin hundirê Wezaretê.    SÊ MEH DERBAS BÛN HÊJ BERSIVA WAN NEDANE    Kaya got bi belgeya ku bi îmzeya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ji wan re hatiye şandin çûne Wezaretê û dîsa serlêdana wan nehatiye pejirandin û li gel ku sê meh berê ji Wezaretê randevû xwestine jî lê hêj bersiva wan nehatiye dayîn.    'DIXWAZIN DEST Û XEBATA ME GIRÊ BIDIN’    Kaya destnîşan kir ku piştî avakirina partiya wan gelek partiyên din hatine avakirin û wiha got: “Kêmasiyê me nîn in lê bersiv nadin me. Li gorî me ji bo em partiyek Kurd û Kurdistanî ne ji me re astengiyan derdixin. Li hemberî me astengiyên taybet hene. Ev astengî jî xebatên me û destên me girê dide.”    'NAXWAZIN KURD SIYASETÊ BIKIN'   Kaya da zanîn ku hikumet bi salan e bangewaziya siyasetê dike lê dema mijar dibe siyaset û kurd astengiyên cûrbicûr derdixin pêşiya siyaseta kurdî û ev yek jî nayê qebûlkirin. Kaya bal kişand ser astengî û operasyonên li ser HDP’ê tên kirin û got: “Di du salên dawî de pir siyasetmedar hatin girtin. Şerekî qirêj li ser me tê meşandin. Divê kurd li dijî van lîstikan bibin yek. Ew ji bo me partiyên kurd astengiyan derdixin, divê em jî li ser vê esasê werin ba hev û hev bigirin. Li hemberî me astêngî hene em bibin yek, em dikarin vê astengiyan ji holê rakin. Dîroka me kurdan bi astengiyan re tije ye. Her tim zilmkar û serdest li pêşiya armanc û siyaseta kurdan bûne asteng. Dîrok îro xwe carek din dubare dike. Ji bo em yekîtiya xwe ava bikin divê teqez em werin ba hev.”   MA / Emrullah Acar