Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an 2020-09-30 14:17:33   AMED – Hat zanîn ku operasyona bi serdegirtina malan vê sibehê li Amedê hatiye birêvebirin, di çarçoveya lêpirîna KCD’ê de pêk hatiye û derbarê 17 kesan de biryara binçavkirinê heye û 14 kes hatine binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek din jî li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da destpêkirin. Li ser fermana Serdozgeriyê derbarê 17 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn û polîsan vê sibehê li Amedê bi ser gelek malan de girt.    Di serdegirtinên malan de rojnamevan Hakki Boltan, Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê ya berê Hatîce Kocaman, Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Omer Fîlîtoglû, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) mele Nafî Erdem û mele Emîn Ay, endamê Sendîkaya Maden û Enerjiya Pîşesaziyê Medenî Tutşî, Hevşaredara Gêlê Gulîstan Ensarîoglû, rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Amedê ya berê Çîgdem Ektî û aktîvîst Mekiye Guzel hatin binçvkirin. Ji 17 kesên derbarê wan de biryara girtinê heye, 14 kes hatin binçavkirin.   Di operasyona lêpirsîna derbarê KCD’ê ya 26’ê hezîranê de jî 45 kes hatibûn binçavkirin. 23 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatibûn girtin û 22 kes hatibûn berdan.