Servet Tûrgût hat veşartin 2020-09-30 15:09:18   WAN – Servet Tûrgût ku bi Osman Şibanre ji helîkopterê hatibû avêtin û îro li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin.      Servet Tûrgût û Osman Şiban, di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn binçavkirin û piştî 2 rojan li nexweşxaneyê derketibûn holê. Piştre bi rapora nexweşxaneyê hatibû belgekirin ku Tûrgût û Şiban ji helîkopterê hatibûn avêtin. Bavê 7 zarokan Servet Tûrgût (55), îro serê sibehê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tûrgût, ji aliyê malbata wî ve ji Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzyilê ya Wanê hat wergirtin.   ASTENGIYA POLISAN    Nûnerên Komeleya Çand, Yekîtî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û bajar, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin û gelek welatî bi malbatê re çûn ber derê nexweşxaneyê. Girseyê cenazeyê Tûrgût girt û ber bi Goristana Yenîmahalleyê ya li navçeya Artêmetanê ve derket rê. Polisan têketin û derketina goristanê girt û ji bilî ferdên malbatê destûr neda ku tu kes derbasî goristanê bibe.    Cenazeyê Tûrgût, piştî vecîbeyên olê bi zêmaran hat veşartin.